Lihevkirina Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê di warê koçberan da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i213514-lihevkirina_yekîtiya_ewropayê_û_tirkiyê_di_warê_koçberan_da
Yekîtiya Ewropayê, li bara lihevkirina di warê koçberan de, tev Tirkiyê gihîşte helwêsteka hevpar.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 18, 2016 14:06 Asia/Tehran
  • Lihevkirina Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê di warê koçberan da

Yekîtiya Ewropayê, li bara lihevkirina di warê koçberan de, tev Tirkiyê gihîşte helwêsteka hevpar.

Serokên Yekîtiya Ewropayê bona girtina helwêsteka hevpar a li ser planekê bona wegerandina bi dehan hezar ji penaberan bo Tirkiyê, li hev kirin.

Ev nihêrîn, dê saetên dawiyê yên îro îniyê raberî serokwezîrê Tirkiyê bibe û eger ku ew neyariyê bike, dê careka din civînek bona venihêrîna wê pêk were.

Serokên Yekîtiya Ewropayê, li gotûbêjên pêncşemiyê bi şev ên li Brûksêlê, pişta hikmekê bona gotûbêja tev Tirkiyê girtin.

Fransuwa Oland, serokkomarê Fransayê, di vî warî de got: 28 welatên endam, li ser pêşniyarê li hev kirine. Ev lihevkirina saetên dawiyê bi dest ket lê diviya ku ev kara bi hetm bi cih b hatiba.

Mark Rût, serokwezîrê Holendayê jî her wiha got: Eva pêvajoyeka pirr lihevaliyayî bû lê diviya ku bi hetm lihevkirin pêk hatiba.

Li reşnivîsa bi 8 xalan a heyî, divê qebûlkirina penaberên sûrî li welatên Yekîtiya Ewropayê bi awayekî xwebexş be û di qonaxa yekem de divê 18 hezar penaberên sûrî li welatên Yekîtiya Ewropayê dabeş bibin.

Ji bilî viya biryar hatiye dayîn ku 54 hezar penaberên din jî ku Yekîtiya Ewropayê li dawiya meha Îlonê li bara qebûlkirina wan, biryar dabû, di navbera welatên endam de werin dabeşkirin.

Li gorî lihevkirina Yekîtiya ewrûpayê, penaberên ku derbasî Yûnanistanê dibin û şert û mercên wan ên pêwîst tunene dê bo Tirkiyê bên wegerandin.

Ev lihevkirina lin halekî ye ku rojnameya Dayli Telegrafa Inglîzê Tirkiyê li mijara qeyrana penaxwazan bi bacxwaziya ji Yekîtiya Ewropayê tawanbar kir.

Rojnameya inglîzî ya Dayli Telegraf`ê roja pêncşemiyê, 17`ê adara 2016`an, li raporekê bi gotina viya ku lihevkirina ihtimalî di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê li bara qeyrana penaxwazan li ber xeterê ye, nivîsî: Hinek ji rêberên erwropî li bereberê civîna Broksêlê tirk tawanbar kirine ku li dû bacxwaziyê ne.

Malpera rojnameya Dayli Telegraf`ê bi gotina viya ku rêberên Yekîtiya Ewropayê roja pêncşemiyê bi hêviya peydakirina rêkarekê ku bikare bi alîkariya Tirkiyê qeyrana çûyîna penaberan bo Ewropayê çareser bike, çûne Broksêlê, her viha nivîsî: Li vê civînê biryar e ku pêşniyarên Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê werin hilkolandin.

Vê rojnameyê nivîsî: Gotûbêjin pir gengeşe û nîqaş li ser esasa pêşniyarên hilêxistî - li halekî ku hinek ji rêberên ewropî Tirkiye bi bacxwaziya ji Ewropayê tawanbar kirine, - dê li Broksêlê dest pê bibin.

Li ser esasa hinek ji pêşniyarên hilêxistî li bereberê civîna Broksêlê, rakirina vîzaya sefera welatiyên Tirkiyê bo Ewropayê (weke endamên din ên peymana Şinginê) ji mercên Enqerê sa wajokirina lihevkirina ligel Yekîtiya Ewropayê ye.

Enqeere li bercî rawestandina penaberan li nav welatê xwe û pejirandina penaxwazên ku ji Yewnanistanê tên vegerandin, ji Ewropayê xwestiye ku endamtiya Tirkiyê li vê yekîtiyê bilezîne.

Li vî halî hinek ji welatên endamê Yekîtiya Ewropayê ji xwestekên Tirkiyê hêrs bûne û wê wek baxxwaziyê dizanin.

Serokwerzîrê Bêljîkê xwest ku lihevkirineke mentiqî û beraqil ligel Tirkiye li bara penaberan pêk bê.

Li gorî nivîsîna malpera rojnameya biljîkî ya Losowar`ê, serokwezîrê Biljîkê, Şaril Mîşil şeva çûyî anku êvara pêncşemiyê, 17`ê adara 2016`an, li kêleka civîna Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê li gotineke bi rexne got: Hevnehatina ligel tirkan çêtir ji lihevkirineke dûr mentiqê û neberaqil e.

Serokwezîrê Biljîkê got: Li gotûbêjên ligel Tikriyê, dê Biljîk wekî yek ji 28 endamên Yekîtiya Ewropayê berjewendî û nirxên vê yekîtiyê biparêze.

Şaril Mîşil lihevkirina Yekîtiya Ewropayê ligel Tikriyê - eger were bidestxistin - lihevkirineke stratijîk û pêwîstdar ji bo her du aliyan da zanîn.

Vî rayedarê biljîkî ji serokên Yekîtiya Ewroopayê xwest ku helwêsteke hevpar li bara qeyrana penaxwazan bigirin ber xwe û planên xwe ji bo birêvebirina vê qeyranê hilêxinin.

Serokên Yekîtiya Ewropayê ji duh anku pêncşemiyê va civîna xwe ya durojî ligel Tirkiyê dest pê kirine û hêvîdar in ku bi saya lihevkirina ligel vî welatî bikarin pêla çûyîna penaberan ber bi Yekîtiya Ewropayê va bidin rawestandin.

Dewleta Tirkiyê di rewşa niha da rewşê neçê bi kar tîne û daxwazên xwe li ser Yekîtiya Ewropayê disepîne.

Vî welatî ji Yekîtiya Ewropayêî xwestiye ku tevî raberkirina şeş miliyar euroyî pêvajoya tevlîbûna Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê bilezînin.