Nêrîna rêberî: Berêxwedana aliyê Rojhilat, siyaseta seeke ya Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i213175-nêrîna_rêberî_berêxwedana_aliyê_rojhilat_siyaseta_seeke_ya_Îranê
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Ilsmaî destnîşan kir ku siyaseta sereke ya Komara Islamî ya Îranê hevkariya ligel welatên asyayî ji wan Viyetnamê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 16, 2016 05:28 Asia/Tehran
  • Nêrîna rêberî: Berêxwedana aliyê Rojhilat, siyaseta seeke ya Îranê

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Ilsmaî destnîşan kir ku siyaseta sereke ya Komara Islamî ya Îranê hevkariya ligel welatên asyayî ji wan Viyetnamê ye.

Serokomarê Viyetnamê, Trang Tan Sang ku niha li Têhranê ye, berêvara sêşemiyê, 15`ê adara 2016`an, ligel rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî, hezretê ayetullah Xamineyî hevdîtin pêk anî û pêra gotûbêj kir .

Rêberê giranqedr ê Ibqilaba Islamî li vê hevdîtinê amaje bi warên cûrbicûr ên aborî, têknîkî, bazirganî û çandî ji bo berfriehkirina peywendiyên Têhran û Hanoyê kir û her viha got: Îran ji hevkariyên Viyetnamê li civakên cîhanî haydar e û heta wê radeyê ku zirûf û imkan hene, gerê hevkariyên du welatan zêde bibin.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî bi bîr xits: Wêrekî û mêrxasiya gelê Viyetnamê û kesayetiyên wî yên nasyar wek Hûşî Mîne û General Ciyab li hemberî destdirêjiya biyaniyan bûye sebeb ku gelê Viyetnamê li çavê gelê Îranê rêzdar û bi itibar be û ev tekrîm û hevdiliya zemîneyek minasib ji bo berfriehkirina hevkariyan e.

Serokomarê Viyetnamê jî li hevdîtina ligel rêberê giranqedr ê Inqilab aIslamî tevî pêgiriya li ser berfirehkirina hevkariyên di navbera du welatan li hemî waran da, hêvîdarî kir ku Îran li çarçoveya siyaseta awira bo rojhilat hema wek berê Viyetnamê wek şirîk û hevpeymaneke stratijîk bibîne. Serokomarê Viyetnamê, Trang Tan Sang roja yekşemiyê, 13`ê adara 2016`an, ji bo pêkanîna hevdîtineke sêrojî hat Îranê. Seokomarê Wiyêtnamê ji bilî hevdîtina ligel berpirsên derecebilind ên Îranê beşdarî civîna derfetên bazirganî û sermayedanînê yên du welatan jî bû.

Viyetnam û Îranê peywendiyên xwe yên dîplomatîk di sala 1973`an da dest pê kirin û ji wê demê û vir da gotûbêjên siyasî û aborî di navbera rayedarên du welatan da pêk hatine. Îran û Wiyêtnam ji ber taybetmendiyên xwe yên hevpar ji wan têkoşîna li hemberî destdirêjkeran, xwedan zirûfên baş ji bo berfriehkirina hevkariyan in. Ev derfet li dû cihanîna lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar û rakirina boykotan tûşî asoyeke nû ya peywendiyên kevn di navbera Îran û Viyetnamê bûye.

Îran û Viyetnam li du navçeyên stratijîk ên cîhanê anku rojavaya Asyayê nasyar bi Rojhilata Navînê û başûrê rojhilata Asyayê ne û berfriehbûna hevkariyên di navbera du welatan da berjhewendiyên wan û gelên din li van du navçeyên Asyayê dabîn dike. Îran û Viyetnam dikarin pirêk ji bo girêdana du bazarên mezin ên yekîtiya welatên başûrê rojhilata Asyayê nasyar bi ASEAN`ê û navçeya Rojhilata Navînê bin. Parezemîna kevn a Asyayê xwedan navçe û bazarên navçeyî bi potansiyêl û zirûfên zêde yên aborî ye û berfirehkirina hevkariyên asyayî berjewendiyên gelê vê parezemînê dabîn dike.

Hevkariyên navçeyî li Asyayê mînakek serketî ya aborî û hevgirtinê ye ku tê da ASE.AN`ê, Rêxistina Hevkariya Aborî (ECO) û Rêxistina Hevkariya Şanghayê tê dîtin. Her çiqas ku blûkêîn aborî yên navçeyî hevgirtî bin, ji bilî viya ku dê wek faktoreke bibandor xuya bibin, geşatî û pêşketinê ji bo navçeyên xwe pêk tînin.

Îran û Viyetnamê wek welatên bibandor li rojava û başûrê rojhilata Asyayê di riya berfirehkirina hevkariyan da pêngavan radikin û ev peywendî li gorî awira taybet û giştalî bo Asyayê, xwedan asoyeke ronî ye.

Lihevkirina serokomarê Îranê, Hesen Rûhanî û serokomarê Wiyêtnamê ji bo gihandina nirxa danûstandinên bazirganiyê di navbera du welatan da ji 350 miliyar dolara mniha bo 2 miliyar dolarî di salê da, nîşana girîngiya rojhilatê bi taybet welatên Viyetnamê ji hêla Îranê va ye.