Dewama Şantajên li dij ceribandina mûşeka Balestîk a Îranê
Li dewama şantajên navendên siyasî yên rojava li bara meşqa mûşekî ya Balestîk a Îranê, Konseya ewlehiya Rêxistina Netewên Yekgirtî li paş deriyên girtî civînek lidar xist.
Karbidestên Amerîka ragihandin ku manovra mûşekî ya Îranê terseyî biryarnama 2231 a Konseya Ewlehiya Rêxistina Netewên Yekgirtî li bara rêketina navokî ya Îranê û grûpa 5+1 nebûye.
li vê barê da Samanta Power li daxuyaniya xwe de desnîşan kiriye ku Amerîkayê ji Konseya Ewlekariyê ya NY xwestiye mesela avêtina mûşekên balestîk ên îranî li rûniştin xwe ya roja duşemê bêxe ber niqaş û lêkolînên xwe .
Wê avêtina van mûşekan bi taluke da zanîn û got: Em van avêtinên bi taluke rasterast li rûniştina şêwirkariyê û niqakirinê yên Konseya Ewlekariyê ya NY têxin rojevê, me xwestiye ku edv rûniştina li roja duşemê birê keve.
Samantha Power ev meşqa mûşekî ya Îranê li dij îstiqrara navçê û bi tehrîk daye zanînê.
Wezîrê karên derve yê Firansayê jî roja yêkşemiyê got: Hêtimal heye ku yeketiya dijî Îranê qedexeyan berçav bigre.wî ragihandiye ku ev boykotane jî ji ber manovra mûşekî ya Îranê ye.
Qirare ku wezîrê karên derve yê Yeketiya Ewrûpa îro duşemê civînekê li bara manovra mûşekî ya Îranê lidar xîne.
Li dewama van şantajên dijî Îranê Danî Dinon nûnerê hertimî yê Rejîma Siyonîstî li Rêxistina Netewên Yekgirtî jî hevrê digel baylozê Amerîka li vê saziyê ji Konseya Ewlehiyê xwest ku meşqa mûşekî ya Îranê mehkûm bike.
Li Avrîla 2015 Muhemmed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li konferansa peymana qedexeya çekên navokî li Rêxistina Netewên Yekgirtî gotibû nûçegihanê Waşîngton Postê ku eva tiştekî pêkenoke ku Netanyahû bûye muelimê qedexetiya çek û sîlahên navokî.
Ew li ser 400 komikên navokî rûniştiye , komikên ku dijî peymana jiçekkirina çekên navokî hatine çêkirin.
Karayiya mûşekî ya Îranê li deheka bihurî hertim bûye sûjeyek sereke bona teblîqatên dijî Îranê yê Amerîka û Rejîma Siyonîstî û ewna wisa teblîq dikin ku Îran gefekî eskerî ye ji bo welatên cîhanê.
Ev îdiaya li halekê tê kirin ku Îran endamê saziya ji çekkirina navokî ye û vê peyman namê qebûl dike.
Komara islamîya Îranê gorbawerên xwe yên dînî û mirrovî û gor siyaseta xwe ya berevaniyê, neyarê sîlahên tevkujî ye.
Komara Îslamî ya Îranê herwisa pêşniyar daye ku sala 2018 konferansek ji bo jiçekkirina navokî birê keve ku ev pêşniyara civata giştî ya Rêxistna Netewên Yekgirtî pejirand.
Teblîqa li bara gefa mûşek ya li halekê ye ku hebûna qudreta sekinîna li hemberî dijmin û amadebûna her welatekê bona sekinîna li hemberî her cure gefekê heqê rewaye welatane û tu welatek ji vî heqî bê par nîne.loma her evaku birek wisa teblîq dikin ev karayiya ûşekî ya Îranê gefek bona ewlehiya welatên cîhanê tê hisab hegerên din hene.
Yek ji van hegeran evaye ku birek ji welatan û Rejîma Siyonîstî dixebitin proja tirsandina welatan ji Îranê bidomînin û piştî rêketina navokî ya dinavbera Îranû û grûpa 5+1 niha Amerîka û Rejîma Siyonîstî bi dû viyane ku nexşeyekî din dijî Îranê bikşînin.
Hedefa van aliyên dijî Îranê evaye ku dosiya mûşekî ya Îranê bikşînin Konseya Ewlehiyê ta ku bikaribin bi çarçîva vê karayiyê bihesin, her çend ku ev îdiaya li çaxê gotûbêjên navokî jî hebû lê Îranê ragihand ku Îran li bara karayiya eskerî û berevaniya xwe qet bi tu alî va gotûbêjê nake loma ev îdiaya li wê çaxê ji nav çarçîîva gotûbêjan derket.
Niha ku kifş bûye xebatên mûşekî yên Îranê dijî biryarnama 2231 nîne Amerîka û hevalbendên xwe dixebitin ji aliyê Konseya Ewlehiyê zextûzorê bînin ser Îranê belkî bigêhjin hedef û armancên xwe ku helbet ev siyaseta dijî Konvansiyonên navnetewî li krûbarên berevaniyê ye.
Hêza Hewayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îrabnê hefteya bihnûrî li man ovra xwe ya mûşekî çend mûşekên balestîk avêtin ku eva bû sedema nerahetiya Amerîka û rejîma Siyunîstî.
Di roja herî dawiyê ya manovra mûşekî ya Iqtidarê Wilayetê 1`ê, mûşekên balêstîk ên Qedir H û Qedir F`ê ber bi armancên ji pêş va kifşkirî li dûratiya 1400 kîlomêtrî hatin avêtinê.
Li gorî rapora nûçegihanê me, îro çarşemê qonaxa dawiyê ya manovra mûşekî ya `Îqtidara Wilayeta 1`ê` bi durişma `` Nîşandan, îqtidar û ewlehiya mayinde bi saya tifaqê, hevdengî, hevdilî û hevzimanî`` û bi armanca nîşandayîna hêza pêşîlêgirtinê û amadebûna giştalî ya Komara Islamiya Îranê bo sekinîna li hemberî her cure gefa dijî Inqilabê, Nizama Îranê û yekperçetiya axa welêt li deverên curbicur ên Îranê destpê bûye, îro jî berdewam bû.
Li gorî vê raporê, îro du mûşekên balestîk ên Qedir H û Qedir li bilindahiyên rojhilata çiyayê Elborzê ber bi armancên ji pêş va kifşkirî li perravên Mekranê hatin avêtin. Mûşekên Qedrê dikarin dûratiya 1400 kîlomêtrî bikin armanc.
Hêjayî gotinê ye ku ev mûşekana dikarin dûratiyeke seratir ji 1400 kîlomêtrî jî bikin armanc lê ji bo ku ew nekevin behrê, heta 1400 kîlomêtrî tên avêtinê.