Bertekên li hemberî dewama hela helayên dijî Hizbulaha Libnanê
Wezîrê karên derve yê Libnanê kiryara Yêketiya Ereban ya têrorîst binavkirina Hizbulaha Libnanê berovajî peymana welatên ereb a têkoşîna dijî têrorîsmê zanî.
Cibran Basîl wezîrê karên derve yê Libnanê, îro wekî berteka li hemberî kiryara Yêketiya Ereban ya xistina navê Hizbulaha Libnanê nav lîsta têrorê got: Xistina navê Hizbulaha Libnanê nav lîsta komên têrorîst bi peymana welatên ereb a têkoşîna li hemberî têrorîsmê ku berxwedan û têrorîsmê ji hev cida dike ra li hev nayê.
Wezîrên karên derve yên endamê Yekîtiya Ereban, duh li civînekê li bajarê Qahirê, Hizbulaha Libnanê saziyeke têrorîst wesif kirin, biryara ku gellek welatên ereb ji wan Libnan, Iraq, Sûriye û Cezayirê neyariya xwe li hemberî wê nîşan dan û bûye sedema pêla nerazîbûna raya giştî ji wan li welatên ereb.
Di vê çarçovê da Cezayirê careka din biryara Yekîtiya Ereban li bara têrorîstzanîna Hizbulaha Libnanê ret kir. Evdilqadir Mesahil wezîrê kabîneya Cezayirê li karên Mexribê, Yêketiya Afrîqayê û Yêketiya Ereban roja îniyê, bi retkirina têrorîstzanîna Hizbulaha Libnanê, bibîr xist ku ev biryara berovajî rêzikname û qewl û qirarên NY di vî warî da ye.
Evdilqadir Mesahil, bal kişande ser rola netewî, siyasî û civakî ya Hizbulaha Libnanê û got: Cezayir li siyaseta derve hertim meseleya mudaxilenekirina li karên navxweyî yên welatan berçav digire û dixwaze ku nakokî bi riyên aştiyane bên çereserkirin û rêz li viyan û daxwaza miletan bê girtin.
Wezîrê ragihandinê yê Sûriyê jî, Yêketiya Ereban peyrevê siyasetên binemala siûdî zanî.
Umran Zeibî, wezîrê ragihandinê yê Sûriyê , kiryara Yêketiya Ereban dijî Hizbulaha Libnanê cureke lixwexistin bi nav kir û got: Biryara Yêketiya Ereban dijî Hizbulaha Libnanê, biryara iflasbûyîyan û nîşana lawazî û sergirdaniya rêjîma siûdî ye.
Wezîrê ragihandinê yê Sûriyê pêkutî kir ku ku heke Hizbulaha Libannê û hêzên seferberiya gelanî (Heşdi Şeibî) li Iraqê li gorî nêrîna Civata Hevkariya Kendava Farsê têrorîst in, eva tê vê meinayê ku li mentiqa siûdiyan komên têrorîst ên DAIŞ û Cebhet ul Nusrê, tevgerên girêdaiyê aştî, avedankirin û berxwedanê tên hesêb.
Zuibî her wiha got: Kiryara Yêketiya Ereban ya xistina navê Hizbulahê nav lîsta têrorê ku di çarçova peyreviya ji biryara Civata Hevkariya Kendava Farsê pêk hat, xizmeta bo plana siyonîstan li deverê û têkçûneke exlaqî ye.
Wezîrê karên derve yê Iraqê, Ibrahîm Ceiferî jî piştgirî da hêzên Heşdi Şeibî û Hizbulaha Libnanê.
Ibrahîm Ceiferî wezîrê karên derve yê Iraqê li axivtinekê li civîna wezîrên karên derve yên Yêketiya Ereban duh li bajarê Qahirê got: Tevgerên berxwedêr yên wekî Hizbulaha Libnanê û Heşdi Şeibî ya Iraqê rûmeta ereban parastine û her aliyê ku wan têrorîst bi nav bike, bi xwe têrorîst e.
Ceiferî her wiha got: Seyîd Hesen Nesrulah serokê giştî yê Hizbulaha Libnanê qaremanê ereban û berevanê nirx ûisûlan e.
Hêjayî gotinê ye ku desteya siûdî wek nerazîbûna li hemberî gotinên wezîrê karên derve yê Iraqê, ji civîna wezîrên karên derve yên Yeketiya Ereban li Qahirê derket.
Kiryara Yêketiya Ereban ya têrorîstzanîna Hizbulaha Libnanê li halekî ye ku Civata Hevkariya Kendava Farsê jî vê dawiyê di çarçova karekî bikîn û ber bandora Erebistanê da, bi daxûyaniyekê navê Hizbulaha Libnanê xist lîsta saziyên têrorîst.
Hela hela û haykûfên vê dawiyê dijî Hizbulahê, vê rastiyê aşkira dikin ku Yêketiya Ereban û Civata Hevkariya Kendava Farsê bûne darê destan jibo pêşdabirina komployên Erebistanê û dewletên rojavayî dijî miletên navçê.