Rapora Ehmed Şehîd raporekî siyasî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i212734-rapora_ehmed_Şehîd_raporekî_siyasî_ye
Raporterê Rêxistiya Neteweyên Yekbûyî taybetî karûbarên mafên mirovan ên Îranê, Ehmed Şehîd, cardin îdiayên xwe li dijî Îranê dubare kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 12, 2016 14:55 Asia/Tehran
  • Rapora Ehmed Şehîd raporekî siyasî ye

Raporterê Rêxistiya Neteweyên Yekbûyî taybetî karûbarên mafên mirovan ên Îranê, Ehmed Şehîd, cardin îdiayên xwe li dijî Îranê dubare kir.

li vê raporê ku birek ji medya û dem û dezgehên cîhanê ew belav kirin, Raporterê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên mafên mirovan ên Îranê cardin îdiayên xwe li dijî Îranê dubare kir ku eva bûye mihaneyek ji bo reşbîniya dijî Îranê.

Ehmed Şehîd li vê rapora xwe hema wekî berê xebitiye ku wisa nîşan bide heq û mafê mirov li Îranê binpê dibe û ev rapora xwe daye ber destê Konseya Ewlehiya Rêxistina Netewên Yekgirtî.

Qirare ev rapora du heftên din li Konseya Ewlehiya Rêxistina Netewên Yekgirtî li Geneyayê bikeve ber reyî û dengdana vê saziyê.

Ehmed Şehîd Raporterê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên mafên mirovan ên Îranê roja pêncşemiya bihurî carek din îdia kiriye ku Îranê par nêzîkî hezar girtiyên xwe îdma kirine ku eva reqema herî zêde li du dehekên buhurî tê hisabê û wî îdia kiriye ku herwisa bi sedan kes ji rojnamevan, xebatkarên medenî û neyarên dewleta Îranê di hewsê dane.

Ehmed Şehîd li halekê ev rapora dijî Îranê belav kiriye ku tawanên van zînadiyan gor qayde û qirarên islamî îspat bûye û eger kesek li Îranê ketiye hewsê yan hatiye îdamkirinê tenê ji ber viyaye ku pîşiya xebatên qaçaxa madên bengîn bê girtin.

Renge ji nezera Ehmed Şehîn ev hukmên hanê siza nebin lê pirsevaye ku gereke çawan digel wan kesên ku hema eşkera bi dû jinav birina civatê ne reftar bê kirin.

Li babetên din jî eşkeraye ku Ehmed Şehîd Raporterê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên mafên mirovan ên Îranê bi xerez nêhrîna xwe li bara Îranê daye.

Bo nimûne gelo serkotkirina hovaneye postreşên amerîkî yan reftara dewlettên Ingilîz û Firansayê û birek ji welatên dine ewrûpî li babeta nijadperiziya digel ew çarçûvên heq û mafê mirov li rojava cur tê û gelo kesek dikareli ser van babetên dijî mirov li rojava lêkolînê bike.

Ehmed Şehîd li rapora xwe li dewsa ku çarçîva rastîne berevaniya ji heq û mafê mirov berçav bigre , ew nîşanên sereke yên exlaqî û erzişên çandî û dînî li nav Îranê berçav nagire û pê nêhrînekî siyasî li bara heq û mafê mirovan diaxive.

Wî pê nêhrînekî nedirost û bi xerez îdia kiriye ku li Îranê heq û mafê jinan,, kêmaniyên dînî û azadiya axivtinê nayê berçavgirtinê.

Li vê raporê herwisa behsa hilbijartinê û mesela teyîdnebûna selahiyeta birek ji kesên ku navê xwe bona nûnertiya meclisê û meclisa xubrigan nivîsîne jî kiriye.

Mesela herî girîn li vê navberê evaye ku ev rapora Ehmed Şehîd Raporterê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên mafên mirovan ên Îranê bi xerez bûye û wî pê zextûzora welatên wekî Kanada, Amerîka û Ingilîzê ev rapora nivîsiye.

Ehmed Şehîd her wiha ragihand ku bi sedan rojnamevan, çalak û kesayetiyên dijberê dewletê li Îranê di hewsê de ne.

Şehîd her wiha bi awayekî taybet li bara zarokên bin 18 salî fukara xwe diyar kir ku ji ber sûçkariyê hatine îdamkirin.

Lê Şehîd îdia kir ku piraniya îdamên li Îranê ji ber sûçên li warê madên hişber, gendeliyê û hin xebatên cinsî û zayendî û destdirêjiya ser welatiyan cih hatine.

Hin çavdêr ser vê bawerê e ku piştî hevhatinnama Viyenê ku di meha Hezîranê da li warê navokî di navbera Îran û Koma 5+1`ê da hat wajokirin û dewletên ewrûpî û Emerîka berpirsiayr bûn ku li gorî wê boykotên li dijî Îranê rakirin, liv û tevgereke berbere bona dewama zexta ser Îranê destpê bûye.

Ev rapora li halekê belav bûye ku welatên rojava piştî rêketina navokî teblîqatekî din dijî Îranê destpê kirine û nîgeraniyên xwe ji karayiya mûşekî ya Îranê dane diyarkirin û herwisa îdia kirine ku Îran ji terorîstan piştevaniyê dikin, eva li halekê ye ku Îranê bicaran vêzariya xwe ji her cure terorîstekê daye diyarkirin û li şerê dijî terorîstan alîkarî daye welatên wekî Iraq û Sûriyê.

Raporterê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên mafên mirovan ên Îranê pê vê rapora xwe ya siyasî dijî Îranê carek din ev siyaseta rojava bona tirsandina xelkê cîhanê ji Îranê hilêxistiye.

Li vê pêvajoyê hevgav hewl tê dayîn ku rewşa mafên mirovan li Îranê bi awayekî xalifî û berovajî nîşanî civaka navneteweyî bidin.