Daxwaza Partiya Demokratîke Gelan a Tirkiyê ji Ewrûpayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i212071-daxwaza_partiya_demokratîke_gelan_a_tirkiyê_ji_ewrûpayê
Partiya Demokratîke Gelan a Tirkiyê (HDP), ji Yekitiya Ewrûpayê xwest ku rêçerekek dadmendane û maqûl bona kutakirina şer û pevçûnê li navçên başûra rojhilata Tirkiyê peyda bikin .
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 07, 2016 13:46 Asia/Tehran
  • Daxwaza  Partiya Demokratîke Gelan a Tirkiyê ji Ewrûpayê

Partiya Demokratîke Gelan a Tirkiyê (HDP), ji Yekitiya Ewrûpayê xwest ku rêçerekek dadmendane û maqûl bona kutakirina şer û pevçûnê li navçên başûra rojhilata Tirkiyê peyda bikin .

Li gorî rapora IRIB Newsê, hevserokê Partiya Demokratîke Gelan (HDP) Selahedîn Demirtaş ku partiya wî tenê partiya piştgirê mafê kurdan li Tirkiyê ye ji Yekitiay Ewrûpayê xwest ku bona peydakirina rêçareyekê jibo bidawîanîna şêr û pevçûnê li başûra rojhilata Tirkiyê cidî bibe û wêrekiyê nîşan bide. Li gorî vê raporê, Selahedîn Demirtaş roja yekûemê got : baweriya Yekitiay Ewrûpayê li rola Tirkiyê ji bo çareserkirina qeyrana koçberan nabe ku bandorê ser hewldana bo damezrandina aşitiyê li anvçeyên başûra rojhilata vî welatî bike. Gotinên Selahedîn Demîrtaş rojekê berî civîna rayedarên Tirkiyê û Yekitiya Ewrûpayê li Brukselê hatiye hilêxistin. Civîna Brukselê bi armanca kontrolkirina derbasbûna penaberan nav Ewrûpayê û vegerandina bi hezaran penaberên ku rewşa penaberiya wan zelal nîne, bi rê ketiye.

Li gorî vê raporê, zêde ji du hezar kes rojê ji Tirkiyê ve derbasî Yewnansitanê didin û piraniya wan ji aliyê welatên ser riya koçberan li navça Balkanê bona girtian pêşiya hereketa wan ber bi aliyê bakur tên rawestandin û asteng dibin .

Ji ber ku dewletên welatên rojava û Tirkiye li pêkanîna qeyrana koçberên sûrî rola xwe hebûne loma karzan dibêjin: divê her du alî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê rêçareyeke dadmendane û maqûl peyda bikin . jixwe hin dewletên rojava bi serokatiay Emerîkayê bi alîkariay Tirkiyê û alîkariyên dewletên paşverû yên ereb ên derdora kendava Farsê ji sala 2011an ve bona wêdebirina dewleta qanûnî ya Beşar Esed serokkomarê Sûriyê ketine tevgerê. di pênc salên burî hewldanên hevpar ên dewletên rojava û hin dewletên navçê negihêşt encamê û mesela wêdebirina dewleta qanûnî ya Beşar Esed ji nav bernama karê dewletên rojavayê hat derxistin, lê dewleta Tirkiyê û hin rejîmên paşverû yên derdora kendava Farsê yên mîna paşatiya siûdî, mîrtiyên hevgirtî yên erebî û Qeter, tim lêdigerin ku vê plana ehmeqane cih bînin .

Zextên rojava ser dewleta qanûnî ya Şamê bûye sedem ku beşek ji welatiyên sûrî ji welêt birevin û koçberî welatên cînar û ewrûpî bibin. di vê navberê de Tirkiye ji ber ku ketiye navça anvbera derverên şêrtêde li Sûriyê û rojava loma welatekî navbir tê hisabê loma awareyên sûrî hewl didin ku ji riya Tirkiyê xwe bighînin Ewûpayê.

Xêncî awareyên sûrî piraniya neraziyên welatên erebî û welatên din ên navçê hewl didin ku bi mehna şerê Sûriyê xwe bighînin rojava . Di vê rewşê de Yekitiya Ewrûpayê ragihandiye ku nikare hemî awareyan werbigre .

hevgavê ev pirsgirêka mezin. êrişa artêşa Tirkiyê ser navçên kurdnişîn ên başûrê rojhilata vî welatî, rojê bi hezaran kurd ji mal û warên xwe aware dibin . piraniya kurdên Tirkiyê jî bona revîna ji rewşa aloz a nav vî welatî neçar in terka mal û avahiyên xwe bidin û bûne ku koçberî welatên derve yên wek welatên ewroûpî bibin .

Jixwe kurdên Tirkiyê jî bona revîna ji vî welatî amade bûne ji ber ku encama êrişa artêşê, piraniya xelkê bajarên kurdnişîn ên Tirkiyê xizm û kes û malên xwe ji dest dane .

Di vê rewşê de , Selahedîn Demirtaş hevserokê HDP ji Yekitiay Ewrûapyê xwestiye ku dewsa peydakirina rêçareyekê bo rewşa kesên koçberbûyî, rêçareyekê boan kutakirina êrişên artêşa Tirkiyê ser navçên kurdnişîn ên vî welatî peyda bikin .

Rayedarên ewrûpî û tirk îro li Brukselê dicivin .