Pêgîriya li ser vîna Îranê bona zêdekirina berhemanîna niftê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i211363-pêgîriya_li_ser_vîna_Îranê_bona_zêdekirina_berhemanîna_niftê
Alîkarê wezîrê nifta Îranê gotiye ku Îranê dil tune ku bi awayekî xwebexş xwe boykot bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 01, 2016 15:47 Asia/Tehran
  • Pêgîriya li ser vîna Îranê bona zêdekirina berhemanîna niftê

Alîkarê wezîrê nifta Îranê gotiye ku Îranê dil tune ku bi awayekî xwebexş xwe boykot bike.

Emîr Husên Zemanî Niya, li gotûbêja taybet a tev kanala têlêvîzyonî ya CNN`ê, ji bilî pêgîriya li ser vîna Îranê ya ji bo zêdekirina berhemanîna niftê got; Armanca boykotan eva bû ku berhemanîna niftê ya li Îranê bi sînor bike û nifta Îranê li bazara navneteweyî ti cih û şûneke xwe tinebe, her ji ber vê yekê me dil tuneye ku careka din wê boykotê bi awayekî xwebexş li ser xwe bisepînin. Alîkarê wezîrê niftê yê Îranê destnîşan kir ku Îran bi biryar e ku para xwe ya berhemanîna niftê ya berî sepandina boykotan, dîsa bêxe destê xwe.

Tevî ji holêrabûna boykotan, Têhranê biryar daye ku bona bi karanîna para xwe ya berî boykotan, berhemanîna xwe 500 hezar bermîl di rojê de zêde bike. Ev zêdekirina li gorî para OPEC`ê û mafê Îranê ye. OPEC`ê li meha Çileyê 32 mîlyon û 650 hezar bermîlî nift di rojê de şande bazarên cîhanê, lê li meha Sibatê ew daketiye ser 32 mîlyon û 370 hezar bermîlî di rojê de. Beşeka zêde ji vê kêmbûnê ji ber vê yekê ye ku şandina nifta Herêma Kurdistana Iraqê hatiye rawestandin. Ji ber ku şandina beşeka zêde ji nifta Iraqê li destê vê herêmê ye, ev boriya ku di mehên vê dawiyê de nêzî 600 hezar bermîl di rojê de niftê digihand bazarên cîhanê, ji 17`ê meha Sibatê ve hatiye sekinandin û belki heya nîveka meha Adarê jî ew rewş berdewam bike. Berhemanîna li Nîcêriyê jî kêm bûye. Ji ber ku proja Royal Daç Şêll`ê, bona şandina nifta xav a bo bendera sadiratî ya vî welatî, ji ber derizîna boriya niftê û jê çûna niftê ji wê hatiye sekinadin. Lê Erebistana Siûdî asta berhemanîna nifta xwe li ser 10 mîlyon û 200 hezar bermîlan di rojê de ragirtiye. Asta berhemanîna niftê li vî welatî di meha Hezîranê de gihîştibû asta wê ya herî bêmînak a 10 mîlyon û 560 hezar bermîlî di rojê de. Niha Erebistan di rojê de nêzî mîlyonek bermîl niftê zêdetir ji para xwe ya kifşbûyî li OPEC`ê, berhem tîne û bi bihayeka kêmtir dişîne bazarê. Her ji ber vê yekê welatên ku zêdetir ji para xwe niftê berhem tînin, divê ku berhemanîna xwe kêm bikin ta ku welatên din ên endamê OPEC`ê bikaribin para xwe bi dest bixin. Îran ser vê bawerê ye ku dikare bona kifşkirina stratêjiya dahatî ya di warê berhemanîna niftê, gotûbêjê bike.

Îranê yek ji zimhêrên herî mezin ên nifta cêhanê heye. Kompaniya Neteweyî ya Nifta Îranê, dikare ku asta şandina nifta xwe ya bo derveyî welêt zêde bike. Berhemanîna nifta Îranê niha li gorî ji holêrabûna boykotan, gihîştiye sê mîlyon bermîlî di rojê de. Îran dikare asta şandina nifta xwe ya bo derve yek mîlyon bermîlî zêde bike.

Bîjen Namdar Zengene, wezîrê nifta Îranê di vê barê de dibêje, Îran dê hêdî hêdî bi tamî wegere bazarên niftê. Ewlewiyeta Îranê ya li rewşa niha, sermayedanîna li beşên niftî bi armanca cebirandina xisarên ku li salên buhurî de li beşa niftê, pêşda hatine ye. Eva li rewşekê ye ku pêşeya nifta Îranê pirr bala sermayedanerên derveyî ber bi xwe va dikişîne. Xercê berhemanîna niftê li Îranê kêm e û gellek zimhêrîn Îranê yên niftê hîn mane. Şiyana endazyariya Îranê a li vê pêşeyê jî berbiçav e. Ev zirûf, vê îmkanê dane pêşeya nifta Îranê ku bikaribe di salê de herî kêm 40 heya 45 mîlyard dolarî sermayê ber bi xwe va bikişîne.

Axiftinên alîkarê wezîrê nifta Îranê yên li ser wê yekê ku Îranê dil tuneye ku bi awayekî xwebexş xwe boykot bike, bal dikişîne ser vê yekê .

Îran bona bi destanîna para xwe ya ji berhemanînê, tu pirsgirêkekê li ser kesên din nasepîne, belki dixwaze ku hemû endamên OPEC`ê sozên xwe bona berçavgirtina parên kifşbûyî, bi cih bînin.