Daxwaza qumandên amerîkî bona bi rojkirina çekên navokî
Qumandên amerîkî hişyarî dane ku niha wexta viya gihêştiye ku hêzên bejayî, deryayî û hewayî yên vî welatî roja îro ji nezera çekên navokî bi roj bibin.
Qumandên amerîk helbet hişyarî dane ku eger bê û sê ganeyên eskerî yên vî welatî bi roj nebin eva derbê li hêtibara vî welatî dixwîne.
Sêganeyên navokî ku qunadên amerîkî ji wan diaxivin, mûşekên parzemîn ger yên ser erdê, bombhavêjên steratijîk yên navokî û jêrderyayiyên navokî yên ku mûşekên wane parzemîn ger hene ne.
Li hemberî vê nêhrînê nirxankerên van siyasetên eskerî bawerin ku tu hewcetiyek bi mudêrnkirina sîstema eskerî ya Amerîka tune û ne li vê wezyetê îmkana vê xwestekê heye û ne jî pêwîste.
Her li vê barê da Rabêrt Vork alîkarê wezîrê berevaniya Amerîka ragihandiye ku Pentagun bona jinûve avedankirina sêganeyên navokî hewcetî bi bûdceyekî 18 milyard dolarî heye.
Her li vê barê derya salar Sisîl Dî Hanî serokê qumandihiya steratijîke Amerîka destnîşan kiriye ku mudêrn kirina ceblxanên vê qumandihiyê ku hema ew sêganeyên bejayê, deryayî û hewayî ne, tiştekî pêwîstin, ji ber kku komikên navokî yên Amerîka ji her wextekî din kevntirin.
Niha pêwîste ku em îşare bikin ku mesela nûkirina cebrxanên navokî yên Amerîka ji du babetên pêwîste li ser lêkolîn bibe, Mesela sereke evaye ku ew welatên rikeber yan dijminê Amerîka yanî Çîn û Rûsiyayê bona nûkirina sîstemên navokî yên xwe bûdceyekî zav berçav girtine.
Hatiye ragihandin ku Rûsiyayê biryar girtiye ku hetanî sala 2020 zêde ji sedî 70 ji cebrxanên xwe yên steratijîk nû bike.
Mesela din ku bûye sebeb karbidestên eskerî yên Amerî
ka ji nûkirina cebrxanên xwe yên navokî biaxivin, xebatên lezgîne Koriya bakûrî bona çêkirin û ceribandina cure çekên navokî û bitaybet bombên Hîdrojinî û dewama mûşekên ballistîke dûrhavêje.
Helbet gere ku ev mesela bê gotin ku her çend karbidestên eskerî yên Amerîka ji nûkirina cebrxanên xwe yên navokî diaxivin, hema dewleta Amerîka bi xwe jî biryar girtiye ku li bernameyekî 30 sale her sê pişkên cebrxanên xwe nû bike ku hatiye ragihandin ku hêza hewayî ya vî welatî li dereca ewile vê nûkirinê ye.
Dewleta Obama hema li çarçîva nûkirina pişkên cebrxanên Amerîka terhekî zêde ji 18 milyard dolaran daye kongera vî welatî ku hîn nûnerên Amerîka ev terha nepejirandine.
Gor texmînên hatîkirin ji aliyê navenda lêkolîna girtina pîşiya pêşxistina çekên navokî , eger Amerîka bixwaze li 30 salên tê sîstema cebrxanên xwe nû bike hewcetî bi 1000 milyard dolar heye, bi vê qirarê bo hemûyan eşkeraye ku daxwazekî wiha ji aliyê qumandên eskerî yên Amerîka dûr ji rastiyanin.
Karbidestên eskerî yên Amerîka bilî retkirina rexneyên ku ji siyaseta nûkirina cebrxanên navokî yên vî welatî têne kirin, îdia dikin ku ev nûkirina nabe sebeba destpêbûna şerê navokî.
Sercem mirov dikare bêje her çend bîrûraya giştî ya civata navnetewî û xebata saziyên wekî NPT evaye ku pîşiya berfirebûna çekên navokî bê girtin, em dibînin ku hêzxurtên mezine navokî bi dû viyane ku çek û sîlahên xwe yên navokî nû dikin.