Gotinên wezîrê karên derve yê Erebistanê li bara Sûriyê
Adil Cubêyr, wezîrê karên derve yê Erebistanê, li halekî careka din bi axavtinên siyasî, şerê li hemberî DAIŞ'ê wek erka hêzên siûdî li Sûriyê radigihîne ku Erebistana siûdî bi xwe sedema sereke ya rewşa niha li Sûriyê ye
Adil Cubêyr ragihand, herçend ku Erebistan ji mêj ve li dij Esed bûye, lê hêzên vî welatî ku li her opêrasyona bejayî ya hêzên hevalbendiya amerîkî li Sûriyê pişkdariyê dikin, yê bala xwe bidin ser şerê dijî DAIŞ'ê, ne Bişar Esed serokomarê Sûriyê.
Sûriye niha bi şarekî navnetewî ra rûbirû ye. Aktorên vî şerê navnetewî, neyarên navxweyî û derveyî, hêzên navçeyî, zilhêzên cîhanê û komên têrorîst in. Di encama vî şerî da, bi sedan herzar sûrî hatine kuştin û birîndar bûne û bi milyonan kes ji xelkê vî welatî jî li nav û derve aware û sergirdan bûne. her wiha nijyarên pêwîst ên jiyana rojane nemaze li warê aborî û civakî hatine wêrankirin.
Herçend ku aktorên vê qeyranê çend alî ne lê, mirov dikare bêyî tu şik û gumanekê bêje ku Erebistanê rola sereke di vî şerî da lîstiye û dilîze. Siûdiyan bi destpêbûna nerazîbûpnên li welatên ereb di sala 2011'ê da û guhertin an sistbûna cîgeha hevtayên xwe yên desthilatxwaz li welatên din bi awateya destpêbûna serdemeke nû li rojavaya Asiyayê zanîn ku di encamê da yê bibe sedema alozbûna hevsengiya hêzê li vê deverê û lawazbûna cîgeha wan li navçê.
Lewma siûdiyan bala xwe dan ser Sûriyê wek yek ji milên girîng ên mêhwera berxwedan û teslîmnebûnê li rojavaya Asiyayê.Erebistanê ji bo birêxistina bêewlehîtî, alozî û serhildanên dijî hikûmetê li Sûriyê gelek diraf xerc kir û di vê riyê da ji welatên piçûk ên rojavaya Asiyayê yên wekî Imarat, Qeter, Kuweyt û Urdinê jî alîkarî wergirt.
Adil Cubêyr niha li halekî dibêje ku ewlewiyeta Erebistanê li Sûriyê şerê dijî DAIŞ'ê ye ne wêdabirina Esedi ji desthilatê ku siûdî piştgirên sereke yên birêxistin, berfirekirin û birêvebirina komên têrorîst li Sûriyê bi merema wêdabirina Bişar Esed ji desthilatê di van salên dawiyê da bûn.Mijara girîng a din eva ye ku hewldanên xirabkir û rola bêtifaqîçêkirinê ya siûdiyan li aloziya Sûriyê tenê birêxistina nerazîbûnan, piştgiriya ji têrorîstan û veguhertina aloziya navxweyî ser şerekî navnetewî nagire ber xwe, belkî Erebistan astengiya ser riya serxistina muzakireyên aliyên sûrî û bidestxistina rêbaza dîplomatîk bo qeyrana Sûriyê ye jî. Mînaka vê astengîderxistinê li muzakirên Jênêv-3'yê bi awayekî eyan hat dîtinê. Yek ji hegerên vê astengîderxistinê jî, neyariya siûdiyan li hemberî mayîna Esedi ser desthilatê ye.
Gellek belge têkildarî piştgiriya Erebistanê ji têrorîstan ji wan ji DAIŞ'ê li Sûriyê û hewldana Riyazê bo wêdabirina Bişar Esedi ji ser desthilatê li vî welatî hene ku çavkaniyên nûçan jî bi caran rapor di vî warî da weşandine. Lewma herçend ku Adil Cubêyr li dewama axavtinên xwe yên siyasî şerê li dijî DAIŞ'ê wek ewlewiyeta Erebistanê li Sûriyê radigihîne ne wêdabirina Esedi lê, çavdêr û zaneyên siyasî girîngiyê nadin van gotin û lîstikên siyasî.