Xisarên siyasî, aborî û însanî yên teqîna Enqerê
Teqîna bi hêz û xurt ya nêzîkî malên leşkeriyên Tirkiyê û li 300 metriya erkantiya giştî ya artêşa vî welatî ku ji aliyê din ve nêazîkî parlemana Tirkiyê bû, bû sedema tirs û xufê li paytexta Tirkiyê Enqerê û mirina zêde ji 28 leşkerên vî welatî û birîndarbûna zêde ji 61 kesên din.
Çawa ku hatiye ragihandin ev teqîna li cihekê qewmiye ku ji her alî ve tê konterol kirin û kemerayên herî pêşketî li wir çavdêriyê dikin û bi gotineke din çûk jî nikare bêyî kontrol û çavdêriyê li wir bifire, vêca pirs eva ye ku çawa bûyereke wiha li vê deverê qewmiye û wiha xisarên giran li leşkeriyan xistiye û 28 ji wan kuştine û zêde ji 61 kesên din jî birîndar kirin? Medyayên nêzîkî hakimiyet û deshilatê her wek berê vê carê jî berî herkesî tiliya xwec ya tawanbarkirinê ber bi Partiya karkerên Kurdistanê ya vî welatgî anku PKK dirêj kirine , eva li rewşekê ye ku PKK ragihandiye ku ti elaqeya me bi vê bûyerê re tine. Grûpên din jî hîn berpirsatiya vê bûyerê negirtine sikura xwe.
Hin karzanên siyasî û leşkerî bawer in navçeya ku teqîn lê qewmiye ew qas li bin çavdêriya artêş û kamerayên pêşketî ye ku karekî wiha ji aliyê grûpên terorîstgî pir dijwar e, lê diqewme komployeke navxweyî li rojevê de bibe ji bo pîjkirina raya gişt û leşkeriyan bona amadekirina civakê ji bo mudaxileya leşkerî li Sûriyê û êrişên li dij kurdên vî welatî û kurdên Tirkiyê bi xwe.
Piştî teqîna Enqerê ku duh êvarê qewmî, serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davûdoglu sefera xwe ya Brukselê û serokkomarê v î welatî jî sefera xwe ya Bakûyê paytexta Komara Azerbaycanê îbtal kirin û dest xwe de wan Civîna Ewlekariyê bi beşdariya rayedarên derecebilind ên Tirkiyê û serokatiya serokkomar Erdogan bi rê xistin.
Piştî vê Teqînê medyayên Swêdê îro serê sibehê ragihandin ku teqîneke bihêz a din li nêzîkiya avahiya Civata Çandî ya Tirkiyê li derdora Stokholmê paytexta Swêdê qewmî ku di encamê de gişt şûşeyên avahiyê şikestin û rijiyan erdê, lê xisrên canî yên vêm teqînê çê nebûn.
Serokkomarê Tirkiyê çend saetan piştî teqîna Enqerê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand : ''Şer û xebata li dij kirêgirtiyên ku karekî wiha dikin û her sînoreke exlaqî û însanî têxin bin lingê xwe , wê her roj cidîtir ji berê ve berdewam bike.
Teqîna şeva bihûrî li Enqerê de tenê tevkujî û teqîn li van çend mehên bihûrî nebû.
Ji xwe dewleta Enqerê wê demê ber bi bê ewlehtiyê û gorîkirina ewlehiya xwe ya aborî û civakî çû ku li çarçêva stratejiya siyaseta derve ya nezelal a xwe şêwaz û riya mudaxileya li welatên cînar
kire karê xwe ya sereke. Piştgiriya ji dijberên hikûmeta Beşar Esed û dayîna alîkariyên locestîkî û însanî û fînansî bo van grûpên dijber bû pareke sereke a siyaseta derve ya hikûmeta AKP'ê li van salên dawiyê.
Rayedarên tirk ku êrişa grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê li Pirsosê û kuştina bi dehan ciwanên kurd ji xwe re kirin mihane bona xitimandina muzakireya aştiyê tev kurdan û despêkirina şerê li dij kurdan û PKK'ê niha dema ku li Tirkiyê de bûyereke terorîstî diqewme berî her kes û grûpêkê dest datînin ser vê grûpê (PKK) û wê wek sebebkar didin nasandin.Tu yê bibîjî ku ji bilî PKK ti grûûp û ti kesekî din li vî welatî de tine ku bê ewlehiyê bêxe nav wê de. Grûpên çepger û sosyalîst û endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê ku piştî şikestên vê dawiyê vegeriyane Tirkiyê herc yek dikarin wek sebebkarên kiryarên terorîstî li Tirkiyê de bibin. Lê wer xuya dike ku serok û rêberên tirk PKK wek sebebkarê sereke ya kiryarên terorîstî li Tirkiyê dibînin û hewl didin bi vî awayî çend hedefên xwe bi şopînin ku ti pêwendiya wan bi berjiwendiyên neteweyî yên Tirkiyê re tinen. Yek ji hedefên hanê heman serketina AKP'ê li hilbijartinên parleman ê bû. Pêşvebirina siyaseta serkutkirina PKK heta li derveyî Tirkiyê û mudaxileya li welatên cînar bi mihaneya şerê li dij PKK hedefeke din ya hikûmeta AKP'ê ye.
Eva ku PKK berê li hin bajarên girîng û navendên geştyarî yên Tirkiyê operasiyon pêk anîne ti şik û gumanek lê nîne, lê eva ku serok û rêberên tirk vê grûpê wekî tenê sebeba bê ewlehiyê bidin nasandinê, mirov têxe nav fikr û gumanan.
Hegera vê rewşê divê mirov li reftar û siyaseta derve û ya navxwe ya AKP'ê wek partiya serdest bişopîne û bibîne. Siyaset û şûwaza ku heya niha gelek xisrên siyasî, ewlehî, aborî û însanê yên giran li civaka Tirkiyê xistine û wer xuya dike li demkurt de tê hêviyek nayê dîtin ku dewleta Tirkiyê vê siyaset û şêwaza xwe derheq guhertinên navxwe, navçeyî û cîhanî biguherîne.