Dewama binpêkirina berifre ya mafên mirovan li Misrê
Li halekî ku gelê Misrê 11 Sibatê pêncemîn salvegera derketina Husnî Mibarek ji desthilatê derbas kirin, dewleta Sîsî binpêkirina mafên mirovan nemaze li bara hogirên Ixwan ul Mislimînê didomîne.
Serleşker Emro Eser alîkarê wezîrê karên hunudr ê Misrê û serokê akadêmiya polîsên vî welatî roja duşemê ragihand ku vê akadêmiyê 40 xwendekarên xwe bi hegera girêdaiyîbûna li Ixwan ul Mislimînê derxistin.
Dadgeha cinayetan a wilayeta Mensûrê ya Misrê jî roja yekşemê 58 endamên Ixwan ul Mislimînê bi tawana kuştina Şerîf Fitûh Qumaş ê tacir li Mensûrê dema bûyerên meydana Rabie Edewiyê mihakime kir. Dadgeha cinayetan a wilayeta Mensûrê ji bo 7 endamên Ixwan ul Mislimînê cezaya hepsa ebedê, ji bo 3 kesan 10 sal heps û bo 21 kesan jî cezaya 3 sal hepsê kifş kir. Di vî halî da, bi hezaran tixtorên misrî roja îniyê 12 Sibatê li ber yekîtiya pizişkan li bajarê Qahirê kom bûnû nerazîbûna xwe li hemberî azadkirina 9 polîsên ku kotek li 2 pizişkên nexweşxana Meteriyê li rojhilata Qahirê dabûn, nîşan dan ku nerazîbûna wan bû sedema berteka tund a hêzên polîs.
Çalakên mafên mirovan jî ragihandin ku mideha heftiya buhurî da 20 tezelawên misrî ji aliyê hêzên ewlehiyê va li Iskenderiyê hatin girtin. Ev kesana l iwarê êrişa ser polîsan û şewitandina maşîneke polîsên vê deverê hatine tawanbarkirin. Li halekî ku ev kesana 15 heta 20 salî ne û malbatên wan ragihandine ku hejmarek ji tezelawên hanê ketine ber işkencê û yek ji wan tam ser hişê xwe çûye.
Rojnama Loss Angeles Times'ê ji ber dewama şîdeta hêzên polîs ên misrî li hemberî xwepêşanderan rexne digire û radigihîne ku xwepêşandana bi hezaran pizişkên misrî di roja 12'ê Sibatê da nîşan dide ku reftara polîsan li hemberî gel û neyaran tund e.
Loss Angeless Times'ê nivîsî ku hegera xwepêşandana pizişkan, reftara tund a 9 polîsan li hemberî 2 pizişkên nexweşxana Meteriyê bû ku ev serederiya nimûneyeke serederiyên neqanûnî û neinsanî yên polîsên Misrê ye. Ev rojnama amerîkî her wiha dinivîse ku rapora komsiyona maf û azadiyan a Misrê jî nîşan dide ku zêde ji 300 kes mideha 6 mehên buhurî da bêserûşûn bûne û niha herîkêm 16 hezar kes di zîndanan da ne.
Binpêkirina berfire ya mafên mirovan li Misrê li halekî didome ku gelê Misrê 11 Sibatê pêncemîn salvegera derketina Husnî Mibarek ji desthilatê derbas kirin. Xala girîng eva ye ku yek ji hegerên sereke yên serhildana 25'ê Çilê li Misrê, binpêkirina berfire ya mafên mirovan bi destê rêjîma Husnî Mibarek bû.
Lê dewleta ku salekê piştî darbeya dijî dewleta qanûnî ya Mihemed Morsî hat ser desthilatê, mafên mirovan zêdetir û dijwartir ji serdema rêjîma Husnî Mibareki binpê dike. Bi awayekî ku qanûnên wekî qanûna xwepêşandanê û têkoşîna li hemberî têrorîsmê bûye sedema dijwarkirina binpêkirina mafên mirovan bi destê dewleta Sîsî.