Şiroveyek li ser konfiransa ewlehiya Mûnîxê
Konfiransa ewlehiyê ya Mûnîxê duh bi amadebûna 600 rayedarên siyasî û berevaniyê ji welatên curbicur ên cîhanê, bi merema hilkolandina qeyrana Sûriyê, aloziya penaberan, sekinîna li hemberî koma têrorîst a DAIŞ'ê û qeyrana Ukraynê destpê bû.
Wolfkang Îşîngêr, serokê konfiransa ewlehiya Mûnîxê di destpêka vê civînê da bi gotina viya ku pergala navnetewî di rewşa herî xirab da ye, ji welatên dinyayê xwest ku dewsa hewldana bo çareserkirina van aloziyana li gorî nêrîna netewî ya xwe, tê bikoşin zêdetir bibin yek û bertekê li hemberî qeyranên hevpar nîşan bidin.
Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê, Dîmîtrî Mêdvêdof serokwezîrê Ûrsêtê, Manoêl Walis serokwezîrê Fransayê, Can Kêrî wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Sêrgêyî Lavrof wezîrê karên derve yê Ûrsêtê, Pêtro Poroşênko serokomarê Ukraynê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û Yêns Stoltênbêrg serokê giştî yê NATO'yê ji pişkdarên vê konfiransa ewlehiyê ne.
Konfiransa Mûnîxê her sal di meha Sibatê da li Hotêla Bayêrîşêr Hof'ê li Mûnîxa Almaniyayê tê lidarxistin.
Konfiransa ewlehiya Mûnîxê li gorî hejmar û girîngiya pişkdarên siyasî û berevaniyê û hilkolandina mijarên girîng ên ewlehiya cîhanê, ji wan civînên girîng li cîhanê tê hesêb. Niha Konfiransa Mûnîxê bûye civateke navnetewî ya girîng li warê ewlehiya cîhanî û bi vê hegerê ku ji hêla ast û hejmarê û dengvedanê va dişibe Civata Cîhanî ya Aboriyê, wek Davûsa Ewlehiyê jî tê naskirin.
Li Konfiransa Mûnîxê biryar nayê dayîn û tenê pişkdar nêrînên xwe raber dikin û dişêwirin.
Li vê konfiransê her sal bi awayekî taybet mijareke girîng a ewlehiya navnetewî tê hilkolandin. Di vê konfiransê da, siyasetvanên şareza li warê ewlehiyê (bi giştî wezîrên karên derve û berevaniyê), rayedarên derecebilind ên leşkerî, karzanên pilebilind ên meseleyên navnetewî û her wiha hin xwediyê karistanên çêkirina sîlehan ji welatên curbicur li ser meseleyên elwehiya cîhanî diaxivin. Li konfiransa sala 2016'an, li gorî meseleyên girîng ên ewlehiya cîhanî wer xûya dike ku aloziya Sûriyê wek ewlewiyeta vê kombûnê ye. Nemaze ku berî destpêbûna vê konfiransê, civînek bi pişkdariya aliyên têkildarê qeyrana Sûriyê bi rê ket ku pişkdarên wê li hev kirin ku agirbeseke heftrojî li Sûriyê pêk bê.
Civîna hanê ser navê " alîkariya bo çareserkirina qeyrana Sûriyê" pêncşemê şevê li Mûnîxê û bi amadebûna 15 wezîrên karên derve û nunerên sazî û dezgehên navnetewî ji wan Stêfan Dî Mîstora nuner serokê giştî yê NY li karên Sûriyê pêk hat.
Di eynî halî da wer xûya dike ku li konfiransa ewlehiya Mûnîxê pirraniya axaftinan li bara qeyrana Sûriyê bin. Meseleyên têkildarê vê qeyranê nemaze çawaniya karkirina koma têrorîst a DAIŞ'ê û çawaniya sekinîna li hemberî wê jî ji wan babetên girîng tên hesêb. Ji hêla din va qeyrana penaberan jî ku bi xwe hasila qeyrana Sûriyê ye û niha ewropî tûşî pirsgirêkeke bêmînak kirine, bi awayekî asayî yê mewqiyeke taybet li axaftinên li vê konfiransê hebe. Ewropî li bara çawaniya sekinîna li hemberî vê qeyranê hevdeng ninin, herçend ku ew gişk niha dixwazin pêvajoya derbasbûna penaberan nav welatên ewropî bê sekinandinê. Lê aloziya Ukraynê û dûhatên wê nemaze dewama boykotên welatên rojavayî dijî Ûrsêtê û rêzbûna eskerên Ûrsêtê û NATO'yê li hemberî hev li rojhiata Ewropayê û deryaya Reş li gorî dûhatên nerênî ku ji bo ewlehiya Ewropayê hebûne, dikarin li vê konfiransê bên hilêxistinê. Çav li rê ye di vî warî da helwestên rayedarên ûris û rojavayî li dijî hev bin.