Ûrsêtê li bara êrişa ser Sûriyê hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i209035-Ûrsêtê_li_bara_êrişa_ser_sûriyê_hişyarî_da
Serokwezîrê Rûsiyê wek berteka li hemberî israra Erebistanê ser êrişa bejayî ser Sûriyê, bi awayekî vebirr got ku êrişa ji derve ser Sûriyê dikare bibe sedema şerekî cîhanî yê nû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 12, 2016 14:12 Asia/Tehran
  • Ûrsêtê li bara êrişa ser Sûriyê hişyarî da

Serokwezîrê Rûsiyê wek berteka li hemberî israra Erebistanê ser êrişa bejayî ser Sûriyê, bi awayekî vebirr got ku êrişa ji derve ser Sûriyê dikare bibe sedema şerekî cîhanî yê nû.

Dîmîtrî Mêdvêdof li gotûbêja tev rojnama Hêndêzbilat a almanî her wiha got: Opêrasyona bejayî ya hêzên biyanî li Sûriyê gêreya li vî welatî bi dawî nayne belkî yê wê demdirêjtir bike.

Serokwezîrê Ûrsêtê li dewama gotinên xwe, Amerîka, Erebistan û hin welatên ewropî berpirsên bêistiqrariya li Sûriyê zanîn. Eva li halekî ye ku Moskovê vê dawiyê hişyarî daye ku dîmenên ku bi riya balafiran kom kirine nîşan didin ku hêz û alavên serbazî li axa Tirkiyê û li nêzîkî sînorê ligel Sûriyê tên komkirin.

Erebistana Siûdî di destpêka Sibata 2016'an da amadebûna xwe bo tevlîbûna nav hêzên bejayî yên hevalbendiya dijî DAIŞ'ê li Sûriyê di rewşa biryara şandina wan bo vî welatî ragihand.

Di vî warî da jênêral Ehmed Esîrî mişêwirê wezîrê berevaniyê û berdevkê artêşa Erebistanê roja 4'ê Sibatê ragihand ku heke hevalbendiya dijî DAIŞ'ê bi rêvebiriuya Amerîkayê biryarê bide, hêzên siûdî yê ji bo têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê derbasî axa Sûriyê bibin.

Bi dû amadebûna Erebistanê, Imarat û behrêynê jî ragihandin ku amade ne hêzên bejayî bo piştgirî û perwerdeya hevalbendiya navnetewî l idijî DAIŞ'ê li Sûriyê bi şertê pişkdariya Amerîkayê wek rêvebirê hevalbendiyê bişînin.

Eşton Kartêr wezîrê berevaniya Amerîkayê ji pêşniyara Erebistanê ya pişkdariya li her cure opêrasyona bejayî ya hevalbendiya dijî DAIŞ'ê bi fermandetiya Amerîkayê li Sûriyê pêşwazî kir.

Lê Ûrsêtê ji pêşniayara Erebistanê ya şandina hêzên bejayî yên xwe nav axa Sûriyê rexne girt û ev yeka bi wateya ragihandina şêrr wesif kir.

Dewleta Ûrsêtê her wiha li dijî bicihkirina hêzên Tirkiyê li axa Sûriyê ji bo têkoşîna dijî DAIŞ'ê derket. Wer xûya dike ku l igorî serketinên vê dawiyê yên artêşê û hêzên gelanî li Sûriyê li wilayetên laziqiye û helebê nemaze azadkirina bajarokên Nebel û Zehrayê li bakûra Helebê ji lepên têrorîstên ku welatên ereb ên hevpeymanên welatên rojavayî û Tirkiyê pişta wan digirin û pêşeroja azadkirina Helebê, niha mewqiya Erebistan û Tirkiye li rex hevgirtiyên xwe yên rojavayî sist û lawaz bûye û ew hewl didin bi curekê pêvajoya rewşa Sûriyê biguherînin. Destwerdana leşkerî ya bejayî ya Erebistanê li Sûriyê û amadekariya hêzên Tirkiyê ji bo derbasbûna nav bakûra Sûriyê di vê çarçêvê da ketiye rojevê.

Xweşkirina rê ji bo opêrasyona ihtimalî ya Erebistanê û Tirkiyê ji çend mehan berî niha ve destpê bûye lê, niha li gorî rastiyên meydanî û şikesta cidî ya komên neyarê delweta Sûriyê derfeta serêxwegirtinê peyda kiriye.

Mihemed Ibnê Selman wezîrê berevaniyê û dewsgirê duyem ê paşayê Erebistanê di 15'ê Kanûna 2015'an bi ragihandina pêkanîna hevalbendiya islamî ya dijî têrorîsmê ji aliyê Riyazê va ku Erebistan idia dike ji 34 welatan pêk tê, tekez kir ku ev hevalbedniya bo hevdengkirina pêngavên dijî fanatîsm û têrorîsmê l iSûriye, Iraq, Misr û Lîbiyê yê kar bike.

Niha rewş destwerdana leşkeriya bejayî ya hevalbendiya dijî DAIŞ'ê bi şiklê pişkdariya hêzên welatên ereb yên wekî Erebistanê li rex ên Trkiyê li bakûra SÛriyê bi heceta têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê û girtina pêşiya bi hezaran awareyên sûrî bi nav axa Tirkiyê nîşan dide.

Zef muhtemel e ku hêzên biyanî destpêkê derbasî Dêrezor, Heseke û Reqê bibin. Di vî halî da fukara sereke ya hevalbendiya rojavayî ya dijî DAIŞ'ê, girtina pêşiya serketina tam û biçarenûs a artêşê û hêzên gelanî yên Sûriyê li wilayeta Helebê wek duyemîn bajarê girîng ê Sûriyê ye. Hişyarîdayîna Ûrsêtê li bara dûhatên karekî wiha cidîbûna Moskovê li warê sekinîna tund a leşkerî li hemberî hêzên êrişker dema serêxwegirtina vê sênariyoyê nîşan dide ku heke hevalbendiya dijî DAIŞ'ê bertekê nîşan bide, dikare bibe sedema şerekî berfire.