Şermezarkirina berdewamiya êrişên li dij mizgevtên şîeyan li Erebistan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i207352-Şermezarkirina_berdewamiya_êrişên_li_dij_mizgevtên_şîeyan_li_erebistan
Li gor ragihandina çavkaniyên nûçeyan di encama êrişa terorîstî ser mizgevta Îmam Reza (S) li rojhilata Erebistanê gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 30, 2016 15:20 Asia/Tehran
  • Şermezarkirina berdewamiya êrişên li dij mizgevtên şîeyan li Erebistan

Li gor ragihandina çavkaniyên nûçeyan di encama êrişa terorîstî ser mizgevta Îmam Reza (S) li rojhilata Erebistanê gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Li gor ragihandina kanala televîziyonê ya El-Hedesê di encama êrişa terorîstî ya duh ser Mizgevta Îmam Reza (S) ya Şîeyên erebistanî li El-Hesayê li rojhilata vî welatî de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmareke din jî birîndar bûn.

Ji ber êrişên terorîstî li vê sala bihûrî ser mizgevtên şîeyan li rojhilata Erebistanê bi dehan kes hatine kuştin û birîndar bûne û eva bûye sebeba bertekên cîhanî.

Berdewamiya cinayetên grûpên tekfîrî li dij şîeyên Erebistanê li rewşekê de ye ku Rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) û sazî û rêxistinên piştgirên mafên mirovan li van mehên dawiyê ragihandine ku rewşa şîeyan li Erebistanê wan têxe nav fukran, loma ji hikûmeta siûdî xwestibûn ku şîeyên vî welatî li hemberî kiryarên terorîstî biparêze.

Li vê çarçovê de Konseya Ewlekariyê ya NY duh bi weşandina daxuyaniyekê êrişa terorîstî ya ser mizgevta Îmam Reza (S) li parêzgeha Hesayê ya Rojhilata Erebistanê şermezar kir û ragihand ku terorîzm li her şikl û formeke xwe taluke û gefeke cidî ye ji bo aştî û îstiqrara cîhanê.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê jî duh êrişa terorîstî ya ser mizgevta Îmam Reza (S) li parêzgeha Hesayê ya Rojhilata Erebistanê ku bû sedema şehîd û birîndarbûna hejmarek ji xelkê sivîl û nimêjkeran şermezar kir.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Sadiq Husên Cabirî Ensarî xwe hevderd û şirîkê derd û kul û heznatiya malbatên goriyên vê bûyera terorîstî da zanîn û berdewamiya kiryarên terorîstî û êrişên terorîstan ser mizgevt û husêniyan li deverên şîenişîn ên Erebistanê dibe sedema fukar û dilgiraniyan û xemsarî û cidînebûna hêzên ewlekariyê yên siûdî li hemberî van kiryarên terorîstî li dij şîeyan jî bûne sedem ku ev guman çêbibe ku ew li cihanîna wezîfedarfiya xwe sistiyê dikin û eva bi xwe dilgiranî fukaranzêde dike.

Meclisa Alimên Hindustanê jî bi weşandina daxuyaniyekê êrişa terorîstan ser mizgevta şîeyan li Erebistanê şermezar kir. Sekreterê giştî yê Meclisa Alimên Hindustanê Mewlana Kelb Cewad êrişa terorîstî ser mizgevta şîeyan li rojhilata Erebistanê kiryarekî li dij mirovan û li dij Îslamê da zanîn û ragihand ev êrişên terorîstî bi piştgiriya Amerîka û Îsraîlê û dijminên Îslamê cih tên .

Sekreterê giştî yê Meclisa Alimên Hindustanê herwiha îdamkirina Şêx Nimir Baqir El-Nimir alimê erebistanî yê şîe bi bîr xist û kiryarên wiha nîşana bi dawîhatina hikûmeta Alê siûd da zanîn.

Civaka Alimên Misilman a Libnanê jî bi weşandina daxuyaniyekê êrişa terorîstan ser mizgevta şîeyan li Erebistanê şermezar kir û ragihand ku cinayetkar û mirovkujên ku li Erebistanê li dij şîeyan cinayetê dikin ji aliyê hin tevgerên ku hikûmeta Erebistanê ji wan piştgirî dike cih tên û ev hikûmeta ye ku çek û sîlahan didin van cinayetkaran, vêca divê hikûmeta Erebistan helwêsta xwe li vê barê de zelal bike û kutayiyê bide van cinayetan.

Hêjayî gotin ê ye ji ber siyasetên rejîma Alê Siûdî li dij şîeyan û cidî nebûna vê rejîmê li hemberî kiryarên terorîstî li dij şîeyan, devera şîenişîn ya rojhilata Erebistanê bi caran bûye meydana êrişên terorîstan ser xelkê şîe û mizgevtên wan, li v ê navberfê de rejîma Alê Siûd bêyî ku li dij terorîstan karekî bike bi tenê ji xelkê navçê dixwaze ku ser hemdê xwe bibin.

Eva ku rejîma Alê Siûd li babeta êrişên terorîstî yên berê helwêsta xwe zelal nekiriye vê gumanê çê dike ku ev rejîma bi qesd ve şidetên li dij şîeyan han dide û dibe sedema van kiryarên terorîstî.