Serdana serokomarê Çînê ya Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i206451-serdana_serokomarê_Çînê_ya_Îranê
Serokomarê Çînê vi sibê ligel taximeke derecebilind derbasî Têhranê bû ta ku yekem pêngava vekirina rûpeleke nû li peywendiyên welatê xwe ligel Komara Islamiya Îranê rake.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 23, 2016 13:43 Asia/Tehran
  • Serdana serokomarê Çînê ya Îranê

Serokomarê Çînê vi sibê ligel taximeke derecebilind derbasî Têhranê bû ta ku yekem pêngava vekirina rûpeleke nû li peywendiyên welatê xwe ligel Komara Islamiya Îranê rake.

Şî Cîn Pîng serokomarê Çînê dema giheşte balafirgeha Mêrhrava ya Têhranê ragihand ku Pêken hez dike hevkariyên bi Têhranê ra berfire bike û got: Danîna peywendiyên tam, demdirêj û mayinde ligel Komara Islamiya Îranê armanca sereke ya qonaxa nû ya peywendiyên her du welatan e.

3 alîkarên serokwezîri, 6 wezîr û desteyên mezin ên bazirgan û mêdyayên Çînê ligel serokomarê vî welatî hatine Têhranê.

Şî Cîn Pîng li halekî tê Têhranê ku ji serdana herî dawiyê ya serokomarê berê yê Çînê bo Têhranê 14 sal derbas dibin. Helbet eva nayê meinaya kêmrengbûna peywendiyên her du welatan, berlkî mideha salên buhurî da Çîn bûye şirîkê sereke yê ticarî û aboriya Îranê. Tevî boykotên dijwar ên welatên rojavayî dijî Îranê û peyreviya gellek welatan ji boykotên dijî Îranê, Çînê derfet bi kar anî û hewl da ku dewsa vala ya şîrketên mezin û serameydanerên biyanî li Îranê tijî bike.

Herçend ku bi dû dûrketina reqîbên sereke, hebûna Çînê li bazar û aboriya Îranê, bû sedema hin ziyanan ji bo hin beşên ticaret û aboriya Îranê, lê li gorî gotina serokê Komara Islamiya Îranê, Têhran, dostên roja tengasiyê û boykotan ji bîr nake û di rewşa nû da bi dû zemîneyê ji bo berfirekirina zêdetir a peywendiyan ligel vî welatî ye.

Li gorî amara ku dayra gomrika Çînê weşandiye, bihaya danûistandinên ticarî yên her du welatan di sala 2014'ê da, 52 milyard dolar e û Çînê di vî salî da karî bi tena serê xwe ji sedî 36'ê ticareta derve ya Îranê bigire destê xwe.

Di rewşa nû ya Îranê da jî cihanîna rêketinama navokî ya ligel Koma 5+1'ê û rakirina boykotên dijî Têhranê, tê texmînkirin ku bibe sedema rikeberiya şîrketên mezin ên rojavayî û asiyayî li Îranê, di rewşeke wiha da, hela jî gellek derfetên pêşxistin û berfirekirina hevkarî û peywendiyên Îran û Çînê anegorî zemîneyên berfire hene.

Ser vî esasî Hesen Rûhanî serokê Komara Islamiya Îranê tekez kiriye ku Çîn wek yekem şirîkê ticarî yê Îranê di serdema piştî rakirina boykotan da jî dikare roleke zêdetir li sermayedanîn, têknolojî û ticaretê hebe.

Serokomarê Çînê jî li axavtina xwe li bajarê Têhranê, serxistina muzakirên navokî û cihanîna rêketinama navokî ya Îranê ligel Koma 5+1'ê sedema pêkhatina derfeta pêşxistineke nû li peywendiyên her du aliyan nirxand û got: Çîn amade ye bi hewldana hevpar ligel aliyê îranî û bi saya sûdwergirtina ji rewşa baş, asta hevkariyên dualî jorda bibe û berfire bike ta ku qonaxeke nû li peywendiyên her du aliyan bi awayekî tam, demdirêj û mayinde destpê bibe.

Îran û Çînê li vê serdana serokomarê Çînê û taxima bi wî re, 17 rêketinameyên hevkariyên curbicur nemaze li warên aborî, pêşeyî, çandî û dadweriyê îmza kirin. Wer xûya dike bilî peywendiyên dualî di rewşa piştî cihanîna rêketinama navokî û rakirina boykotên dijî Têhranê, meseleyên navçeyê û nemaze gêreyên vê dawiyê li peywendiyên Komara Islamiya Îranê û Erebistyanê jî ji mêhwerên gotûbêjên serokomarê Çînê li Têhranê bin.

Şî Cîn Pîng serdana xwe ya pêncrojî ya Rojhilata Navînê ji roja sêşemê va destpê kir û berî Îranê, serdana Erebistan û Misrê kir.

Li gorî peywendiyên nêzîk ên siyasî û aborî yên Çînê ligel Îranê û her wiha ligel Erebistanê, wer xûya dike ku Pêken hez dike li rewşa aloz û sar a peywendiyên Têhran-Riyazê, bi rola navbeynkarekî xurt xwe nîşan bide.