Liv û tevgerên bi dijminatî yên Amerîkayê li dij Îranê
Tevî pejirandina Lihevkirina Navokî ji Aliyê Amerîkayê, ev welata hîn jî liv û tevgerên xwe yên bi dijminatî li dij Îranê berdewam dike, kiryarên wekî vê yekê ku Îran li karûbarên welatên din mudaxile dike, îdiaya binpêkirina mafên mirovan an jî piştgiriya Îranê ji grûpên ku Amerîka wan wek terorîst dide nasandin ji wan liv û tevgerên vî welatî li dij Îranê ne.
Ev kar û kiryarên li dij Îranê piştî Lihevkirina Navokî li kongeraya Amerîkayê zêde bûne, çawaku konngereyê hin pêşniyarqanûn dane ji bo blukekirina daratiya diravê dereke yê banka navendî ya Îranê bi mihaneya dayîna xerametê bo goriyên kiryarên terorîstî ku amerîkî îdiayê dikin destê Îranê di nav wan de bûye an jî danîna navê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê dinav lîsteya grûpên terorîstî ji van liv û tevgerên bi dijminatî yên Amerîkayê li dij Îranê ne.
Belavoka Foreign Policy ya Amerîkayê duh bal kişandiye ser vê kiryara Amerîkayê û li raporekê de nivîsiye: wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li berteka derheq vê kiryara Amerîkayê xwestiye ku navê saziya sîxorî ya CIA ya Amerîkayê jî bikeve nav lîsteya grûp û saziyên terorîstî.
Belavoka Foreign Policy li berdewamiyê de nivîsiye ku li Rûniştina li bara Krîza Sûriyê ya Newyorkê, wezîrê karên derve yê Îranê hişyarî da ku heke li minaqişeya ser terorîzmê li Sûriyê Îran were tawanbar kirin, em jî amade ne lîsteya xwe ya terorîstan ku CIA li rêza yekem ya wê ye raber bikin.
CIA ku yek ji 16 saziyên civaka îstixbaratî ya Amerîkayê tê hesabê wek 'Destê Veşartî' anku 'Hidden Hand' bi navûbang e, vê saziyê gelek Darbeyên Eskerî bona roxandina hikûmetên welatan û gelek kiryarên terorîstî ji bo berjiwendiyên Amerîkayê organîze kirine.
Yek ji van kiryaran darbeya eskerî ya Tebaxa 1953 bona têkbirina dewleta Musediq li Îranê bû. Vê saziyê gelek operasiyonên xirabkariyên aborî û perwerdekirina grûpên terorîstî û bikaranîna wan ji bo kiryarên xirabkarane li welatan birêve birine.
Gelek nimûne ji van kar û kiryarên Amerîkayê ji destûrên serokkomarên vî welatî û konseya ewlehiya neteweyî ya vî welatî mirov dikare rêz bike ku yek ji wan roxandina dewleta Guatmalayê li 1954, Krîza Kendava Berazan ya Kûbayê li sala 1960, roxandina dewleta Alende li Şîliyê ya 1970 û mudaxileya li Nîkaraguayê ji wan mînakên din in ku destê CIA'yê di nav wan de bû. Vê saziyê her wiha gelek kanalên radiyoyî li dij welatan pêk aniye ku Radiyoya Ferda û VOA bi zimanê Farsî ji wan in ku li dij Komara Îslamî ya Îranê pêk hatine.
Li qanûna Ewlekariya Neteweyî ya sala 1947 ya Amerîkayê rola sereke ya CIA komkirina agahiyan û şirove û analîzkirina wan hatiye ragihandin, lê ya rast ev saziya bûye amûrek ji bo cih anîna kiryarên bi dizî li gor xwestekên rayedarên Amerîkayê li welatên din.
Ji bilî viya oraganîzekirina komployan ji bo wêrankirina binavahiyên welatan ji riya boykotan û cihanîna terorên hedefdar û piştgiriya ji grûpên terorîstî ji taktîk û şêwazên din yên CIA ne. Li vî halî de kes nikare hêvîdar bibe ku kiryar û siyaseta Amerîkayê li bara terorîzmê zelal bibe. Amerîka piştî 5 salan ku ser krîza Sûriyê derbas dibe hîn li ser jinavçûna hikûmeta rewa ya vî welatî îsrarê dike. Amerîka dewsa tawanbarkirina Îranê divê zelal bike ku şêwaz û siyaseta wê li bara krîzên navçê çi ye û divê nîşan bide ku li bara şerê li dij terorîzmê cidî ye ne ku li fikra îstifadeya nerewa ji wê bibe. Hedef û siyasetên Amerîkayê ji Îranê re aşkera ne û heke biryar eva ye ku lîsteya terorîstan ûm piştgirên wê amade bibe Amerîka û CIA li rêza ewil ya vê lîsteyê cih digirin.