AKP'ê û çareserkirina meseleya kurdan
Tesrîn 17, 2015 11:12 Asia/Tehran
2 karzanên derecebilind ên meseleyên kurdan ser vê bawerê ne ku serokomarê Tirkiyê û partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) dil hene bi riya şîdet û zora serbazî û têkbirina PKK'ê kêşeya kurdên vî welatî çareser bikin û pêkutiyê dikin ku fikr û ramneke wiha encamek bilî berfirebûna şîdet û pevçûnê bi dest naxe.
Agirbesa 2 salî ya di navbera PKK'ê û delweta Tirkiyê da di Tîrmeha buhurî da di encama êrişa tund a artêşa Tirkiyê ser baregehên PKK'ê li nav û derveyî Tirkiyê bi dawî hat, lê berovajî dewreyên berê yên pevçûna di navbera her du aliyan, vê carê pirraniya şer û pevçûnan di navbera her du aliyan da li nav bajarên kurdnişîn ên Tirkiyê diqewimin ku ev yeka bûye sedema kuştina sivîlan û ragihandina rewşa awarte û leşkerî li çend bajarên kurdnişîn. Şarezayên meseleyên kurdên Tirkiyê hin hegerên curbicur li bara van şer û pevçûnan hilêdixin, lê pirranî dibêjin ku hegera zêdebûna gêre û şîdetê, israra dewletê û serokomarê vî welatî li ser bikaranîna hêze serbazî bo çareserkirina meseleya kurdan e.Gars Cêknîz, lêkolînerê pilebilind li Navenda Lêkolînên Fra Atlantîkê, di vî warî da ji malpera The Media Online'ê re gotiye ku Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Trikiyê, bi hêsanî dikarî gêreyên bi dû teqîna têrorîstî ya li Pirsûsê kêm bike, lê wî ev meseleya bo meremên xwe yên siyasî bi kar anî.
Wî her wiha got: Erdogan dikarî bi dû teqîna Sirûcê, sersaxiyê bide malbatên goriyên vê teqînê, lê wî ev kara nekir û bi zanebûn jî nekir û ji ber vê yekê rewş aloztir bû.
Ev şarezayê meseleyên kurdên Tirkiyê her wiha ser vê bawerê ye ku tenê parlemanterên Partiya Dêmokratîka Gelan (HDP) dikarin agirê şîdet û pevçûnê li bajarên kurdnişîn vemirînin, lê mesele eva ye ku dewlet rê nade ew herin deverên hanê.
Wî desnîşan kir ku ne dewleta Tirkiyê û ne jî PKK, nikarin ji hêla serbazî va li hemberî hev ser bikevin, vêca rêçareya siyasî tenha bijare ye.
Cênkînz ser vê bawerê ye ku AKP dixwaze meseleya kurdên Tirkiyê, tenê bi riya leşkerî çareser bike. Em dibînin ku dewleta Tirkiyê, gellek hewl dide ku şer û pevçûnan ne tenê ji bo serkutkriina PKK'ê û Koma Ciwanên Welatparêz û Serhildêr, belkî ji bo serkutkirina hemî kurdan bi kar bîne.
Prof. Dugo Ergîn, mamostayê zanîngeha Fatih'ê, li ser vê bawerê ye ku fikra dewleta Tirkiyê li warê çareserkirina meseleya kurdên Tirkiyê, bi wateya jinavbirina PKK'ê ye. AKP ser vê bawerê ye ku heke ev yeka serê xwe bigire, yê meseleya kurdan çareser bibe, lê ew nizane ku şîdet û gêre hasila pirsgirêka heyî ye ne pirsgirêk bi xwe.
Wî her wiha got: Kurdan bi şîdetê berteka xwe li hemberî bêedaletî û jinavbirina çand û zimîn nîşan dane. Dewleta Tirkiyê hewl nade hegera van gêre û pevçûnan peyda bike. Tenê rêbaza siyasî û berçavgirtina mafên çandî, dikare vê pirsgirêkê çareser bike. Prof. Dugo Ergîn mamostayê zanîngeha Fatih'ê her wiha dema ravekirina vê rêçareya ku behsê dike, dibêje ku ji bo çareserkirina pirsgirêkeke civakî, divê bi awayekî rasterast, bi gel re gotûbêj pêk bê û li bara hegerên nerazîbûnan, pirsyar bê kirin. Divê bê pirskirin ku bendewariyên wan çi ne, ji çi ditirsin û çi dixwazin?
Dewleta Tirkiyê wek pêngava dawiyê, vê carê jî hin serokên şaredariyên deverên kurdnişîn ên ser bi HDP'ê li warê hewldana bo ragihandina xwerêvebiriyê tawanbar kirin, lê Mehmûd Tugrul, parlemanterê HDP'ê dibêje ku partiya wî bi dû ragihandina xwerêvebiriyê û perçekirina welêt nîne, serokên şaredariyan, xwerêvebirî ranegihandine, belkî daxwaza xwerêvebiriya herêmî dikin. Ferq heye di navbera her du babetan da. Xelk dixwaze karûbarên herêma xwe bi rê ve bibin, dewlet divê bala xwe bide ser vê daxwaza wan.
Pirraniya gêre û pevçûnan li deverên kurdnişîn ên Tirkiyê, di navbera hêzên ewlehiyê û Tevgera Ciwanên Welatparêz û Serhildêr a nêzîkî PKK'ê da, diqewimin.
Gars Cênkînz ser vê bawerê ye ku ev tevgera ji ciwanên kêmtecrube pêk hatiye û PKK'ê jî kontrol û bandoreke bisînor ser wan heye. Wî li dawiyê got: Ev ciwanên tên bikaranînê, ji malbatên hejar in û PKK nikare wan kontrl bike.