Rêberê Inqilaba Islamî hiyariyekî vebirr da berpirsên siûdî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i197962-rêberê_inqilaba_islamî_hiyariyekî_vebirr_da_berpirsên_siûdî
Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî hişyarî da berpirsên Erebistanê ku bêhurmetiya herê piçûk li hemberî heciyên îranî li Meke û Medînê û cihneanîna erk û wezîfeyan bo veguhestina meytên goriyên karesata Minayê yê bi berteka tund û dijwar a Îranê ra rûbirû bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 30, 2015 14:24 Asia/Tehran
  • Rêberê Inqilaba Islamî hiyariyekî vebirr da berpirsên siûdî

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî hişyarî da berpirsên Erebistanê ku bêhurmetiya herê piçûk li hemberî heciyên îranî li Meke û Medînê û cihneanîna erk û wezîfeyan bo veguhestina meytên goriyên karesata Minayê yê bi berteka tund û dijwar a Îranê ra rûbirû bibe.

Hezretê ayetulah ozma Xamineyî rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê îro li merasima kutakirina dewra xwendekariyê, nasandin û raberkirina dereceyê bo xwendekarên zanîngehên efseriya artêşa Îranê li zanîngeha zanistên deryayî ya Imam Xumêynî (RE) li bajarê Noşehrê bal kişande ser bûyera diltezîn û xwînavîn a Minayê û got: Pêkanîna komîteya pêderxistina rastiyan bi amadebûna welatên islamî û ji wan Îranê li bara karesata Minayê pêwîst e.
Rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamiya Îranê bal kişande ser astengî û pirsigêrêkn ser riya veguhestina meytên goriyên karesata Minayê û şopandina vê mijarê ji aliyê berpirsên îranî va û desnîşan kir ku dewama şopandinan pêwîst e û got: Dewleta Erebistanê di vê mijarê da erkên xwe cih nayne û li hin babetan jî helwestan nîşan dide.
Heft roj ser bûyera Minayê û candayîna bi hezaran ziyaretkirên mala Xwedê di roja Cejna Qurbanê da derbas dibin û berpirsên siûdî hela jî bi karên nemirovane û revîna ji berpirsiyê li warê dabînkirina ewlehiyê bo heciyan, li bara vê karesatê bersivê nadin.
Erebistan wek birêvebirê merasima berfire û mezin a hecê, li hemberî karesata Minayê berpirs e û tu kes tawanbarkirina welatekî din û karên şeytanî ji aliyê siûdiyan va qebûl nake û Îrana islamî li hemberî reftara kirêt a wan yê ser hemdê xwe nebe.
Rapor, wêne û salixdayînên şehedên bûyera Minayê, nehêjabûna berpirsên siûdî li warê kontrolkirin û birêvebirina merasima Remiyê Cemeratê û pêkhatina karesata kûr a Minayê nîşan didin ku heciyan tênî li ber çavên meimûrên dilreq ên siûdî can dan.
Karesata diltezîn a Minayê ku tê gotin di encamê da zêde ji 5 hezar ziyaretkirên mala Xwedê li ber çavên meimûrên siûdî canê xwe ji dest dan, bela û karesatekî mezin ji bo cîhana islamê nemaze bo gelê Îranê ye, li halekî ku Qurana kerîm, mala Xwedê û merasima hecê warê ewleh dide nasandin. Lê karesata Minayê tam berovajî vê gotina Quranê ye û reftara ne mirovane û ne islamî ya li hemberî meytên goriyan ku di kantînêran de tên ragirtin, asta herî jorîn a rezîlbûna siûdiyan nîşan dide.
Xwevedizîna ji berpirsiyê û karên şeytanî yên binemal û rayedarên siûdî piştî karesata Minayê jî tam eyan û li ber çavan e û ew veguhestina meytên goriyan nemaze yên îranî bo welêt asteng dikin.
Malbatên heciyên gorî yên îranî çavliriya meytên pak ên wan in û berpirsên Komara Islamiya Îranê bi nêta xêrê, hevkarî, bêhinfiretî û hemdê xwe edeba islamî di vî warî da li hemberî siûdiyan berçav digirin. Lê berpirsên siûdî reftara dervayî edet û mirovantiyê li hemberî meytên heciyên îranî didomînin û Îran jî yê pêngavên pêwîst di vî warî da rake.
Li gorî gotina rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî, Îranê heta niha li hemberî reftara rezîl a siûdiyan, rêz û hurmeta biratiya li cîhana islamê ragirtiye, lê Îran seratir ji gellek welatan e û xwediyê gellek imkanan e û heke bixwaze li hemberî unsurên acizkir û şeytanî bertekê nîşan bide, rewşa wan yê baş nebe û li tu meydanî yê nekaribin li hemberî Îranê bisekinin.
Mînaka berbiçav û qeydbûyî ku di dîrokê da jî qeyd bûye bo hişyardayîna rêberê qedirgiran ê Inqilaba isalmî bo berpirsên siûdî, serdestiya Îranê dema 8 salên berevaniya pîroz e.
Di dewrana berevaniya pîroz da qawetên rojhilat û rojavaya cîhanê û welatên navçeyê pişta Sedam wek unsurê fasid û rezîl girtin, lê li dawiyê ew li hemberî berxwedana gelê Îranê tewiyan. Dîroka Inqilaba Islamî nîşan dide ku Îran ehlê zorbêjî, zilm û zordariyê nîne, lê li himberî zorbêjan û reftarên ne mirovane nemaze reftara kirêt a berpirsên siûdî li hemberî meytên pak ên heciyên gorî yên îranî li Minayê yê bêdeng nemîne û dersekê bide kesên rezîl ku neyê jibîrkirin.
Çawan ku rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî desnîşan kir, Îran mafên tu yek ji insanan, misilman an ne misilman binpê nake, lê heke kesek bixwaze mafê gel û welatê Îranê binpê bike, yê bertekekî tund li hemberî xwe bibîne û bi kerema Xwedê ev şiyana û hêza bertekê jî heye û gelê Îranê xurt û berxwedêr e.