Çareserkirina aloziya Sûriyê û buxtanên Amerîkayê dijî welatên din
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i197698-Çareserkirina_aloziya_sûriyê_û_buxtanên_amerîkayê_dijî_welatên_din
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Komara Islamiya Îranê li hemberî gotinên vê dawiyê yên wezîrê karên derve yê Amerîkayê têkildarê pêwîstiya rolîstina kêrhatî û alîkariya Îran û Ûrsêtê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, got: Ev gotin tawanbarkirin û berovajî rastiyên qeyrana Sûriyê ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 24, 2015 13:48 Asia/Tehran
  • Çareserkirina aloziya Sûriyê û buxtanên Amerîkayê dijî welatên din

Berdevka Wezareta Karên Derva ya Komara Islamiya Îranê li hemberî gotinên vê dawiyê yên wezîrê karên derve yê Amerîkayê têkildarê pêwîstiya rolîstina kêrhatî û alîkariya Îran û Ûrsêtê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, got: Ev gotin tawanbarkirin û berovajî rastiyên qeyrana Sûriyê ne.

Berdevka wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê, Merziye Efxemê roja çarşemiyê 23`ê îlona 2015`an bi gotina vê yekê ku hîn diyar nine ku gotinên vê dawiyê yên wezîrê karên derve yê Amrîkayê ji ber nigeraniyê ne yan ku ji bo alîkariya bo çareseriya rastbînane ya qeyranê hatine zimên, wisan pê da çû: Îranê ji destpêka qeyrana Sûriyê va, alîkariya bo destpêkirina gotûbêja sûriyan û lihevkirina siyasî ya wan wek tenê riya rawestandina şêrr û bidawîanîna qeyranê dabû zanîn û pêvajoya guhertin û rewşa li Sûriyê jî rastî û dirustiya vê siyasetê isbat kiriye.
Hisên Emîrevdilahiyan alîkarê beşa afrîqayî û erebî ya Wezareta Karên Derva ya Îranê jî ku niha li Moskowê ye, li gotûbêja tev nûçegihanê IRNA'yê, reftara Amerîkayê li hemberî meseleya Sûriyê durû zanî û got: Îran û Rûsiya ji destpêka aloziya Sûriyê va dixwazin ku qeyrana vî welatî bi riyên aştiyane bê çareserkirinê, lê niha Amerîkayê piştî 5 salên ku ji aloziya Sûriyê derbas dibin, bi ragihandina fermî ya qebûlkirina rêçareya Îran û Ûrsêtê, ji nav birina têrorîstan û hevkariya tev Têhran û Moskowê xistiye rêza ewil a karên xwe.
Ger mirov li aloziya Sûriyê binêre, mirov pê dihese ku 2 cure faktoran rola xwe li pêkhatina vê aloziyê li Sûriyê hene. Beşek ji wan kêmasî û çaksaziyên pêwîst ên siyasî, civakî û aborî yên nav Sûriyê ne ku divê di vî warî da bi aliyên siyasî yên ku bi rastî bi dû pêşketina civaka Sûriyê ne ra danûstandin pêk bê, lê hin alî û faktor û aktorên din jî hene ku derbasî nav aloziya Sûriyê bûne û bi dû armanc û xerezên din in.
Di rastiyê da ew bi dû projeya rûxandinê û wêdabirina Esed ji desthilatê û pergala siyasî ne, loma hez nakin aloziya Sûriyê bi şêwazên maqûl û siyasî bê safîkirin.
Li halekî ku tenha riya çareserkirina vê aloziyê, rawestandina şerûtî û piştgiriyên welatên rojavayî û hin welatên ereb yên navçeyê ji wan yên Erebistan û Tirkiyê ji komên têrorîst e.
Noam Çomskî siyasetmedarê binavûdeng ê amerîkî li axivtinekê, dema rexnekirina siyasetên durû yên Amerîkayê li hemberî têrorîsmê ku duh li şebekeya bi navê Dêmokirasiya Niha hat weşandinê, desnşan kir, berovajî tişta ku tê idiakirin Îran gefekî mezin dijî aştiya cîhanê ye, Amerîka bi xwe gefa herî mezin dijî aştiya cîhanê ye.
Çomskî her wiha got: Li gorî nêrîna Amerîkayê, dema Îran diçe hawara dewleta Iraqê û Herêma Kurdistana vî welatî û li hemberî DAIŞ'ê alîkariyê dide wan navê vî karî "alozkirin" e û divê em pêşiya wê bigirin, bileks dema Amerîka êrişî Iraqê dike û bi sedan hezar mirovî dikuje, bi milyonan kesî aware dike, welatê Iraqê ser û binî dike, dibe sedema gêreya firqeyî û têrorîsmê li cîhanê berfire dike, ev kara "pêkanîna istiqrarê" ye.
Eyan e ku gotinên wezîrê karên derva yê Amerîkayê li bara vexwendina Îranê bo lîstina rola kêrhatî li Sûriyê jî wisa ku berdevka Wezareta Karên Derva ya Îranê got, buxtan û berovajî rastiyên aloziya Sûriyê ne.
Amerîka divê destpêkê helwest û biryara xwe li bara aloziyên navçeyê zelal bike û li meydanê nîşan bide ku ji bo alîkariya bo çareserkirina rastbînane ya aloziya Sûriyê, siyasetên xwe guhertine. Tşta ku vebirr e eva ye ku Îran di vî warî da hewcedarê temî û şîretên Amerîkayê nîne, li gorî nêrîna Îranê rêketina siyasî tenha riya sekinandina şêrr û kutakirina aloziyê ye û her plan û rêçareya bo aloziya Sûriyê ku sekinîna cidî li hemberî têrorîstan û komên tekfîrî di rêza yekem a wê da nebe, hema ji pêş va mehkûmê şikestê ye. Pêvajoya alûguran û rewşa Sûriyê jî rastbûna vê nêrînê îzbat kiriye.