AKP'ê û stratêjiya serketina tam li hiblijartinên 1 Mijdarê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i197576-akp'ê_û_stratêjiya_serketina_tam_li_hiblijartinên_1_mijdarê
Partiya Edalet û Pêşketinê ya Tirkiyê (AKP) ji bo bidestxistina 400 kursiyên meclisê di hilbijartinên parlemanê yên 1 Midarê da niha pêngavên pêwîst radike û wan şaşitiyan serast dike ku bûn sedema şikesta vê partiyê di rewşekî da ku li hilbijartinên 7 hezîranê serkevtî bibû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 21, 2015 15:34 Asia/Tehran
  • AKP'ê û stratêjiya serketina tam li hiblijartinên 1 Mijdarê

Partiya Edalet û Pêşketinê ya Tirkiyê (AKP) ji bo bidestxistina 400 kursiyên meclisê di hilbijartinên parlemanê yên 1 Midarê da niha pêngavên pêwîst radike û wan şaşitiyan serast dike ku bûn sedema şikesta vê partiyê di rewşekî da ku li hilbijartinên 7 hezîranê serkevtî bibû.

Guhertinên berfire di lîsteya berbijarên hilbijartinên 7 Hezîranê yên AKP'ê da ku vê dawiyê hat weşandinê nîşan didin ku Erdogan serokomarê Tirkiyê ji bo bidestxistina 400 kursiyên parlemanê ya ji dêstî tê dike û yê bike jî. Çawan ku sîber û bandora giran a wî dema kongira pêncan a AKP'ê jî li ber çevan bû û encama wê jî eva bû ku kadroyên rêvebirî û kargêriya APK'ê li dawiyê ji nav hogir û kesên nêzîkî Erdogan va hatin bijartin. Girîngiya birêxistina vê kongirê ewqas bû ku Erdogan serdanên xwe yên derveyî welêt ji wan ya Qazaqistanê ibtal kirin ta ku bi xwe ji nêzîk va birêxistina vê kongirê bibîne.
Eva di halekî da ye ku li gorî destûra bingehîn a Tirkiyê, serokomar divê serbixwe û bêalî be û bi yek çavî li gişk partiyan mêze ke û li peywendiyên xwe tev bitûmê partiyan bi awayekî beranber reftarê bike.
Lê Erdogan ku hertim çavekî wî li sîstema hikimdariya Amerîkayê ye, bê berçavnegirtina destûra bingehîn û sîstema hikûmetiya Tirkiyê ser vê bawerê ye ku serokomar divê li qada siyasetê çalak be.
Di esasê da Erdogan li fikra bidestxistina 400 kursiyên meclisê ye û ser vê bawerê ye ku sîstema parlemaniyê li Tirkiyê kêrhatîbûna xwe ji dest daye û li piratîkê pê berçavnegirtina sînorên erk û desthilata serokomariyê, di vê çarçêvê da pêngavan radike.
Ev meseleya hiqasî ji bo Erdogan girîng e ku dest bi vexwendina bo birêxistina xwepêşdana dijî têrorîsmê kiriye ku pirranî bi merema nîşandayîna hêzê li hemberî partiyên reqîb û derûdorên siyasî û medyayî ye. Erdogan her wiha zorê dide ser medyayên dijber û kes û saziyên girîng û bihitbar ên vî welatî derheq piştgiriya ji têrorîsmê tawnbar dike û dişopîne. Rexnekir dibêjin ku ev karana heger û belge ne li bara hevdengkirina rewşa civakî û çandiya welêt bi AKP'ê ra.
Rojnama Zaman çapa Tirkiyê li nivîsarekê radigihîne ku bê şik ev kiryar yê bibin sedema reşbûna navê Tirkiyê, ji ber ku li vî welatî her tişt li gorî daxwaza yek kesî ye û yek ji daxwazên sereke yên rêjîmên ku wiha tên birêvebirinê, serdestiya tam li ser medyayê û hewldana ji bo bêdengkirina neyaran, rojnaman û kanalên radyo û televîzyonan û li hemberî wan xurtkirina medyayên hevdengê xwe ye.
Loma ev sitratêjiya AKP'ê gellekî ji aliyê rexnekiran va hatiye nîqaşkirin û ev pirsa di rojevê da ye ku gelo ev sitratêjiya yê bikêr bê an na?
Rojnama Huriyetê jî dinivîse ku hilkolandinên vê dawiyê nîşand didin ku li dîroka hevdem a Tirkiyê heta niha 6 partiyan xwestine ku hilbijartinên dubare bên birêxistinê ku her şeşan jî bi dû hilbijartinên dubare dengên zêdetir ji dest dane.
Di vê rewşê da ji bo rexnekir û derûdorên medyayî, berteka Erdogan û AKP'ê li hemberî encamên hilbijartinên 1 Mijdarê yê zef girîng be.
Ev pirsa jî di rojevê da ye ku gelo Erdogan yê siyaset û pêngavên xwe ku di rastiyê da yek ji hegerên sereke yên jidestdayîna dengên AKP'ê li hilbijartinên 7 Hezîranê bûne, biguherîne an yê dijwartir û berfiretir ji berê, qayde û isûlên dêmokiratîk li hev bixe û aloz bike?