Dewama qeyrana li başûr û başûra rojhilata Tirkiyê
Îlon 10, 2015 09:19 Asia/Tehran
Pevçûnên giran û xwînavîn li deverên başûr û başûra rojhilata Tirkiyê ku pirranî kurdnişîn in, didomin.
Hin kes wek Idrîs Balûken serokê Fraksyona Partiya Dêmokratîka Gelan (HDP) li meclisa Tirkiyê balê dikşînin ser van pevçûnan xasma ya yekşema buhurî li Hekariyê û ew ê " yekşema xwînavîn di dîroka komara Tirkiyê" da bi nav dikin.Li aliyekî van pevçûnan artêş û dewleta Tirkiyê û piştgirên wan û her wisan netewperestên tundrê ên tirk cih digirin, li aliyê din jî kurdên neyar û endamên PKK'ê ku her du aliyên vî şerî jî tûşî derbên giran bûne, bi awayekî ku Dewleta Baxçelî serokê Partiya Hereketa Netewî (MHP) gotiye ku rewşa Hekariyê û hejmara kuştiyan mêriv zef dilgiran dike.
Bi vî awayî pevçûn ketine qonaxeke dijwartir ku li gorî baweriya çavdêrên siyasî diqewime ev pevçûn heta dema hilbijartinan di meha Tişrînê da jî berdewam bin û heta dijwartir jî bibin.
Heta hin derdor û şarezayên siyasî û Partiya Dêmokratîka Gelan (HDP) li bara qewimîna şerekî tam ê navxeyî li Tirkiyê hişyariyê didin.
Çengîz Çandar ji wan şirovekirên siyasî yên navdar li Tirkiyê ye ku dibêje: " Her du aliyên şêrr lê digerin hevdu ji meydanê derxin. Erdogan bi dû rakirina tam a PKK'ê ye û kurdên neyar û PKK'ê jî lê digerin ku Erdogan ji meydanê derxin û heke yek ji van ji armanca xwe neyê xwarê, Tirkiye dê nuqmî şerekî tam ê navxweyî bibe."
Wer xûya dike ku bera tevayê rexneyên tund û êrişên devkî yên neyaran ber bi şexsê Erdogan serokomarê Tirkiyê ye ku dibêjin desthilat tam xistiye destê xwe.
Neyar heta seratir ji viya carna bi teniştokan (kinaye) dibêjin ku Erdogan istiqrar û aramiya Tirkiyê kiriye rehînê serketina AKP'ê di hilbijartinên parlemanê yên pêşerojê da.
Hin derdorên siyasî yên welatên rojavayî jî wiha difikirin, wek mînak Partiya Komonîst a Fransayê ji Franswa Oland serokomarê vî welatî xwestiye ku li hemberî tişt ku "kiryarên faşîstî yên Erdogan û AKP'ê li hemberî neyaran û kurdên neyar bi nav kirine", bertekê nîşan bide û wan mehkûm bike.
Hin neyar û rexnekirên wek Êlîza Markos analîzora navdar a meseleyên kurdan û PKK û nivîskara pirtûka "Xwîn, Bawer û PKK'ê û Şerê Kurdan Bo Serxwebûnê", ser vê bawerê ne ku hêzên biyanî bo rawestandina şer û xwînrijandina li Tirkiyê bikevin dewrê.
Di vî halî da Selahedîn Demirtaş hevserokê HDP'ê balê dikşîne ser pêla nû ya êrişên ser nivîsgehên partiya xwe.
Netewperestên tirk hewl didin PKK'ê û HDP'ê bidin kêleka hev û her duyan sebebkarê van pevçûn û kuştinan bidin nîşandayînê.
Lê armanca sereke li gor nêrîna çavdêrên siyasî, dûrxistina HDP'ê ji meydana rikeberiyên hilbijartinên 1 Tişîrînê û an herîkêm kêmkirina dengên vê partiyê ye. Çawan ku hin analîzor dibêjin ku şansê kurdan yê li hilbijartinên 7 Hezîrana buhurî mumkin e ku li hilbijartinên 1 Tişrînê dubare nebe.
Nêrînek din jî eva ye ku bûyerên giran ên vê dawiyê yê bi her awayî pêsîra AKP'ê jî bigirin, herçend ku rayedarên dewletê yên ser bi vê partiyê hewl didin ku bi vexwendina gel bo aramiyê, giranî
û asta zexta rewanî ku ji ber telefatên giran ên insanî yên ji ber pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyê û PKK'ê da civaka Tirkiyê girtiye ber xwe, kêm bikin.