Dawiya ramana pûç a Israîla mezin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i197077-dawiya_ramana_pûç_a_israîla_mezin
Rojnameya Weten çapa Omanê nivîsî: Israîla ku roja îro em nas dikin netenê li bara berfirekirina sînorên xwe nafikire belkî li bara imkana mayîna xwe jî bi şik û guman e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 10, 2015 08:45 Asia/Tehran
  • Dawiya ramana pûç a Israîla mezin

Rojnameya Weten çapa Omanê nivîsî: Israîla ku roja îro em nas dikin netenê li bara berfirekirina sînorên xwe nafikire belkî li bara imkana mayîna xwe jî bi şik û guman e.

Rojnameya Weten çapa Mesqetê nivîsî: Serokwezîrê berê yê Rêjîma Siyonîst, Îhod Olmêrt ramana Israîla Mezin têk bir û Israîla ku roja îro em nas dikin êdî idiaya sînorên bêdawî ji bîr kiriye.
Dewrana hêviyên israîla ku dem û dewranekê hazir nedibû sînorên xwe diyar bike derbas bûye û niha vê rêjîmê heta tu hêviyek ji bo mayîna xwe tine.
Di dewama vê nivîsarê da hatiye ku piştî avakirina dîwarê navbirrê ku her mêtr û santîmêteke wî nîşana filistînîbûna wî erdî ye, vê carê Rêjîma Siyonîst li sînorên erdên dagîrbûyî ligel Urdinê jî dîwêr ava dike.
Rojnamye Wetenê her wiha nivîsî: Ji bilî dîwareke din li sînorê Libnanê, berbenda bisîman li Golana sûrî jî tevî dagîrkirina van erdan di deheya 80`ê ya sedsala buhurî da, nîşan dide ku rayedarên vê rêjîmê tu hêviyeke xwe ji bo mayîna li derûdora van sînoran tunînin.
Israîlê niha li gişt sînorên xwe dîwar danîye û dev ji ramana rêjîma bê sînor a xwe berdaye û xwe dorpêç kiriye, bi taybet ku dizane xelkê welatên ereb ên dorhêla Filistînê ber bi zêdebûnê ye û vê yekê nigeraniya berpirsên vê rêjîmê zêdetir kiriye.
Di dewama vê nivîsara rojnameya Wetenê da hatiye: Wisan ku xûya ye, niha tenê hewildana Israîlê cihanîna ramanên teze li bara şêwazên mayîna xwe ye û eva mijarek e ku heta niha tinebû.
Israîlê berî viya sînorên xwe heta wê derê dizanî ku piyê cinayetkaran bigihêje wir û heta heke me dirûşma ``Ji Nîlê heta Firatê`` jî qebûl bikira, Isralê heta dê ev yeka jî kêm bizaniya belkî bi saya têkçûna ereban, ji vê radeyê jî pêşdatir biçûya.
Her çend ku Rêjîma Siyonîst ji wêrankirina biarmanc û li gor planê ya welatên ereb aramiyê his dike lê dizane ku bûyerên Sûriyê nabin sebeb ku artêşa vî welatî ji hev hilweşe belkî ev artêşa tecrubeyên giranbuha bi dest tîne.
Eger em beşdariya hêzên Hizbullaha Libnanê tevlî vê muadile û hevkêşiyê bikin, em dibînin ku hêzek çê dibe ku berxwedana li hemberî wê li her şerekî ne mimkin e bi taybet ku yekîtiyeke xurt di navbera van du hêzan ango artêşça Sûriyê û Hizbullaha Libnanê çê buye.
Em dikarin bêjin ku ew navendeke berxwedana teze çê dikin û şerê li Sûriyê dê şervanên teze biafirîne ku Sûriye û Libnan dê pêşengê wan bin.
Gişt tişta ku rayedarên Israîlê ji bûyerên pêşerojê têdigihêjin tiştek nine ku bajaroknişînan razî bike, hîn hin metirsî û gef li ser wan hene û xetera şerê ligel Libnanê jî bi dawî nehatiye, loma divê ku bi palpiştiya hêza xwe, ji bo parastina xwe li her aliyekî dîwaran ava bike.
Lêbelê ev dîwarana bûne sebeba têkçûn û hilweşiyana dîwarekî mezintir ku ramana Israîla Bêsînorê bû ku sînorên xwe bêdawî dizanî, anku sînorên wî ew der bûn ku piyê leşkerên cinayetkar ên siyonîst bigihêje wir, lê cîhan gelek hatiye guhertin.