Sûriye qurbaniyê timakariyên welatên rojava li navçê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i197009-sûriye_qurbaniyê_timakariyên_welatên_rojava_li_navçê
Stefan dî Mîstora şandiyê taybet ê Rêxistiya Netewan (NY) hişyarî da Sûriyê ku şikesta li çareserkirina krîza Sûriyê yê bibe sedem ku hejmara awareyan zêde bibe û karesatên insanî li navçê zêdetir bibin. Dî Mîstora bal kişand ser zêdebûna hejmara awareyên sûrî û ji civaka cihanî xwest ku bona çareserkirina krîza Sûriyê demlidest bikevin tevgerê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 09, 2015 05:03 Asia/Tehran
  • Sûriye qurbaniyê timakariyên welatên rojava li navçê

Stefan dî Mîstora şandiyê taybet ê Rêxistiya Netewan (NY) hişyarî da Sûriyê ku şikesta li çareserkirina krîza Sûriyê yê bibe sedem ku hejmara awareyan zêde bibe û karesatên insanî li navçê zêdetir bibin. Dî Mîstora bal kişand ser zêdebûna hejmara awareyên sûrî û ji civaka cihanî xwest ku bona çareserkirina krîza Sûriyê demlidest bikevin tevgerê.

Gotinên vî berpirsê NY li rewşekê ketine rojevê ku piştî weşandina wêneyên meytên zarokên sûrî li devavên Tirkiyê, cihan li vê barê pir hesas bûyî.
Krîza Sûriyê derbasî sala pêncan bûye û cihan bi taybet Ewrûpa ji ber zêdebûna hejmara penaberên sûrî ku ber bi Ewrûpayê ve diçin, ketiye nav fukaran. Li gorî gotina Komîsyaryaya bilind a penaberan a NY, krîza Sûriyê krîza herî mezin a vê sedsalê ye û li 25 salên buhurî ev krîza bêmînak bûye. Hewldanên çendsalî yên civaka cihanî li civînên Jênêvê bêencam bûne.
Li gorî gotina şandiyê NY êdî derftek bo dirêjkirina pêvajoya siyasî ya çareserkirina krîza Sûriyê nemaye û bi zêdebûna hejmara kuştî û awareyên sûrî û kavilkirina gund û bajaran, sûriye bûye wek welatekî şewitî.
Sûriye ji sala 2011'an va berdêla serdestîxwaziya welatên rojavayî bi serkirdetiya Amerîkayê dide ku ji destpêkê ve çavê xwe kutabû têkçûna pergala Sûriyê û niha bi pêkanîn û pergalkirina koma terorîstî-tekfîrî ya DAIŞê dil heye li Sûriyê jînosaydê pêk bîne.
Şikesta welatên rojavayî bi serkirdetiya Amerîkayê li sernixûnkirina pergala Sûriyê û Beşar Esed heya niha canê 250 hezar sûriyan girtiye û zêde ji 10 milyon sûrî jî aware kirine. Vê dawiyê Donad Task serokê Konseya Ewrûpayê li bara dewama krîza revîna awareyan bo Ewûpayê û dûhatên wê bo salên dûr û dirêj hişyarî da û got ku pêla koçberiya sûriyên aware ne bûyereke normal e belku destpêbûna koçberiya komî ya rastîn û jinavçûna neteweyekê ye.
Sûriye bi 30 milyon nifûsê li sala 2011an pêrgî şerekî nejdil û giştlî hat ku dûhatên wê yên herî zêde, awarebûn û bê cih û warbûne gelê sûriyê ye. Li dû salên buhurî tecruba tevkujiya li navça kurdnişîn a Kobaniyê û bajarên din li sînorên Sûriyê û her wiha kavilkirina şûnewarên etentîkî yên çend hezar salî û mîrata çandî ya vî welatî tenê bi daxûyanî û çavdêriya NY rûbirû bûye.
Di vê anvberê herçend ku rojava piştî piştgiriyên siyasî-eskerî û aborî ji neyarên biyanî û tekfîriyan li Sûriyê, niha bi pêkanîna hevalbendiya şanoyî li dijî DAIŞê rûvekeke nû li xwe nîşan daye lê dewama qeyrana Sûriyê nîşana idiaya derew a rojava li vê abrê ye. Komîta kivşkirina rastiyan ya NY li karûbarên Sûriyê li raporekê ku 3 Îlonê li Jênvê hat weşandinê ragihand ku Sûriye bi krîzekê rûbirû bûye ku ji timakariyên qawetên navçeyî û avnetewî çavkaniyê digre û bona dabînkirina berjewendiyên wan hatiye pergal kirin.
Di rewşeke wiha de Dî Mîstora şandiyê sisiyan ê NY li karûbarên Sûriyê li bara nebûna demê û qewimîna karesatên insanî li pêşeroja Sûriyê diaxive ku dûhatên wê, yê cihanê serabin bike.