Aloziya awareyan û teqîna li bajarê Derûzînişîn ê Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i196851-aloziya_awareyan_û_teqîna_li_bajarê_derûzînişîn_ê_sûriyê
Alûgurên têkildarê aloziya awareyên sûrî û her wisan teqîna duh li bajarê Suwêydayê ji bûyerên herî girîng ên Sûriyê tên hesêb.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 05, 2015 16:51 Asia/Tehran
  • Aloziya awareyan û teqîna li bajarê Derûzînişîn ê Sûriyê

Alûgurên têkildarê aloziya awareyên sûrî û her wisan teqîna duh li bajarê Suwêydayê ji bûyerên herî girîng ên Sûriyê tên hesêb.

Komîsariya bilinda penaberan a NY li raporekê ragihand hejmara awareyên sûrî li welatên cînar ji 4 milyon kesî derbas bûye. Li gorî vê raporê, hejmara awareyên li nav gund û bajarên Sûriyê jî giheştiye 7 milyon û 200 hezar kesan.


Tevgera Nehze ya Tûnisê bi daûxyaniyekê ragihand ku dive Yektiya Ereban bo çarerserkirina aloziya penaberên sûrî, pêşwaziya ji wan û dabînkirina hewcedariyên wan bikeve dewrê û erkên xwe cih bîne. Di vê daxûyaniyê da behsa bûyerên bikaresat jib o awareyên sûrî û xeniqîna wan ji wan zarokan di av û behran da hatiye kirin û hatiye ku divê civaka cîhanî bo kutakirina vê rewşa giran demlidest karekî bike.


Di vî halî da çavkaniyeke haydar li Yekitiya Ereban îro ragihand ku mideha çend rojên buhurî hewldana bo gazîkirina welatên ereb bo vekirina sînorên xwe bi merema derbasbûna awareyên sûrî nav axa wan zêde bûye, lê pêşwaziya ji wan li welatên ereb dûr xûya dike.


Wê çavkaniyê idia kir ku piştî berfirebûna xetera têrorîsmê li Sûriye û Iraqê, mesela pêşwaziya ji awareyên sûrî l iwelatên ereb meseleya wlehiya netewî ye ji ber ku tê gotin hin kesên ku ji Sûriyê hatine rola wan l iavakirina komên têrorîst hebûye.


Nebîl Erebî sêkrêtêrê giştî yê Yekîtiya Ereban jî roja pêmncşema buhurî gotibû ku vê yêketiyê şiyana çareserkirina aloziya awareyên sûrî tune.


Li gorî nûçeyeka din, Anîbal Fêrnandêz serokê nivîsgeha serokomariya Arjantînê duh ragihand ku ev welata şert û mercên wergirtina penaberên sûrî ku ji alozî û şerê li welatê xwe revîne hêsan dike.


Anîbal Fêrnandêz tevî bal kişandina ser bûyera diltezîn a xeniqîna Aylan Kurdî zarokê penaberê sêsalî yê sûrî li behra Mêdîteranê û got: Arjantîn qet nikare li hemberî karesatên bi vî rengî bêdeng be. Wî got ku dewleta Arjantînê ji meha Çiriya sala 2014'ê va biryar daye ku şert û mercên bo derketina penaberên sûrî ji rewşa dijwar hêsan bike.


Li gorî nûçeyeka din ji Sûriyê duh di encama teqîna hevgav a 2 maşînên bombekirî li bajarê Suweydaya Sûriyê da herî kêm 26 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.


Umran Zuibî wezîrê ragihandina Sûriyê bi gotina viya ku sûrî berdêla berxwedan ûhişyariya xwe li hemberî têrorîsmê didin û got: Wilayeta Suweydayê jî wek parêzgehên din ên Sûriyê pêrgî diyardeya şûm a têrorîsmê bûye, lê nişteciyên vê wilayetê li hemberî komployên têrorîstan hişyar in.


Şêx Yûsif Cerbû yek ji şêxên binavûdeng ên Derûzî li bajarê Suweydayê jî bal kişande ser kuştina şêx Wehîd Belûs yek ji şêxên Derûzî li vî şarî û rêberê Civata Şêxên kerame di encama teqîna têrorîstî da û got: Armanca vê êrişê vêxistina agirê fitneya mezhebî li bajarê Suweydayê ye.


Şêx Cerbû bal kişande ser berteka bilez a hin rûniştiyên bajarê Suweydayê ku piraniya wan Derûzî ne û got ku têrorîst dixwazin bi propagandeyan gelê vî şarî dijî hikûmeta Sûriyê rakin ser piyan.