Dengvedana pêkanîna dewleta demkî li Tirkiyê
Tebax 31, 2015 08:42 Asia/Tehran
Ehmed Dawûdoglu serokwezîrê Tirkiyê li yekemîn xeberdana xwe li bara delweta berwext an dewleta bijartiî ku çend wezîrên kurd ên ser bi HDP'ê jî di nav da ne got: Me nedixwest bi vê partiyê ra dewleta hevalbendiyê ava bikin, lê eva pêwîstiyeke qanûnî bû.
Dawûdoglu ser bingeha destûra bingehîn û viya ku wî wek serokê AKP'ê destûra bingehîn berçav girtiye û tevayê partiyên pişkdarê meclisê bo pêkanîna dewleta demkî vexwendine, îdia kir: Partiyên dijber bûn ku destûra bingehîn berçav negirtin û pêşniyara pişkdariya li dewleta demkî ret kirine. Ew jî di rewşekê da ku partiyên neyar ên dewletê hertim serokên AKP'ê û xasma Erdoxan serokomarê Tirkiyê bi hegera xalifîn an pêngavrakirina derva û seratir ji çarçova desthilata xwe ya qanûnî derheq binpêkrina destûra bingehîn tawanbar kirine. Bi her awayî hilbijartinên 1 Mijdarê li pêş da ne û serokên partiyan bi dû zêdekriina dengên xwe û an herîkêm parastina mewqiya xwe li vê hilbijartinê ne. Loma her cure berteka serokên partiyan li hemberî meseleyên girîng yên welêt dikare roleke diyarkir û kêrhatî li encamên dengên wan hebe. Wer xûya dike di rewşa niha da, mesela kurdan û xasma pişkdariya çend wezîrên kurd li dewleta demkî roleke berbiçavtir û pirrengtir di nav meseleyên siyasî yên rojeva Tirkiyê da peyda kiriye.Netewperestên tundrew yên tirk bi acizî û nerazîbûnê li vê meselê mêze dikin û AKP'ê jî dilgiranê ji destdayîna dengên wan netewperestan e ku PKK'ê wek berpirsa tevayê şîdetên li Tirkiyê dizanin û HDP'ê jî ser bi PKK'ê dihesibînin.
Di eynî halî da AKP'ê çavê xwe kutaye dengên wan kurdan ku bi hatina HDP'ê li meydana hilbijartinan dengê xwe nedan AKP'ê û dan HDP'ê. Loma AKP'ê û HDP'ê hewl didin delîlên xwe yên qahîm û maqûl li bara pişkdariya li dewlteke hevalbend û xasma li bara mesela kurdan û aloziya siyasiya niha li Tirkiyê hebin.
AKP'ê hewl dide ku HDP'ê partiyek bide nasandin ku potansiyelên wê yên safîkriina mesela kurdan heye, lê bi vî şertî ku pişta PKK'ê û rêbaza têkoşîna çekdariyê negire. Bi vî awayî serokên AKP'ê hewl didin ku kurdên neyar sebebkarê şikesta AKP'ê li çareserkriina mesela kurdan bide nasandin.
Li himberî viya, Selahedîn Demirtaş hevserokê HDP'ê jî bi aşkerayî gotiye ku bikaranîna sîlehê bo çareserkirina mesela kurdan ku PKK'ê digire ber xwe, qebûl nake, belkî divê ev pirsgirêka bi riya muzakirê bê safîkirin.
Her wisan wer xûya dike HDP'ê hewl dide li hilbijartinên pêşber bi zanebûn pêngavan rake ta ku careka din bikaribe bi derbasbûna ji benda ji sedî 10 ya meclisê, rola xwe li siyaseta Tirkiyê misoger bike. Qebûlkirina teylîfa AKP'ê ji bo pişkdariya li dewleta hevalbend jî di vê çarçêvê da dikare bê nirxandin.
Di rewşeke wiha da wer xûya dike ku partiyên pişkdarê meclisa Tirkiyê di rewşeke hema bêje wek ya hilbijartinên 7 hezîranê da yê derkevin rikeberiyê.