Teyîda dewleta berwext ya Tirkiyê ji aliyê Erdogan
Tebax 30, 2015 15:43 Asia/Tehran
Erdogan serokkomarê Tirkiyê dewleta berwext yan dewwleta hilbijartinî ya Dawûdoglu rêberê AKP teyîd kir.
Wisa ku medyayên Tirkiyê ragihandine para pirtire wezîrên ku Dawûdoglu bijartine endamên AKP ne ûû partiyên CHP û MHP jî pişkdariya dewleta berwext nebûne..Her çend ku hatiye ragihandin nûnerek ji MHP pêşniyara hevkariya tev vê dewletê li çarçîva alîkarê serokwezîrê Tirkiyê qebûl kiribû lê ji ber gefênku li wî bûn ew neçar ma ku ji nav lîsta vê dewletê derkeve.
Ji aliyê dinve hatiye ragihandin ku 2 nûnerên HDP jî tevlî vê dewleta berwext in.
Eva ku du nûnerên HDP ku partiyekî kurdiye tevlî dewleta berwexte Tirkiyê bûne bi xwe li dîroka vî welatî bê mînakin . Ew jî li hal û wezekê ku dewleta Enqerê HDP partiyekî zincîreyî yê ser bi PKK dizane û her van rojane jî şer û pevçûna dinavbera dewleta Tirkiyê û PKK şîdet peyda kiriye.
Niha wezîfe û pê ispartiya dewleta berwext yan dewleta hilbijartinî evaye ku li van çend mehên mayî hetanî hilbijartina parlemanî li Tirkiyê bilî îdara welêt mijara birêketina vê hilbijartinê ser rast bike.Eva ku netîca hilbijartinê çi dibe bona gelê Tirkiyê gelekê girînge.
Wisa ku diyare rikeberiyên hilbijartinî li nav partiyên Tirkiyê gelekî şîdet peyda kiriye.Partiya CHP ku pişkdariya dewleta berwexte Tirkiyê nekir dixebite hema wekî partiya herî mezine neyarê dewleta Enqerê nexş û rola xwe ya bi tesîr hebe û hema bi eşkera ji siyasetên dewleta AKP rexne dike.
Vê dawiyê dadgehekê li Enqerê şikayeta serokkomarê Tirkiyê ku daxwaza xerametê ji CHP kiribû ji ber îhaneta li Erdogan, ret kir.bi vê hegerê ku partiyên siyasî heqê xwe hene bîrûbawerên li dij serokkomar yan hikûmetê bînin ser zimanê xwe.wer xûya dike ku Qilîçdaroglu serokê CHP serokkomarê Tirkiyê wek qatilê 51 kesan li bûyera terorîstî ya teqandina bombê li Rêyhanliyê dabû zanîn.her ji ber viya Erdogan daxwaza xerameta yek milyon Lîr ji Kelam Qilîçdaroglu kiribû.Dadgeha Tirkiyê jî pê ragihandina vê xala qanûnî ku Qilîçdaroglu rêberê partiyekî neyar li nav Tirkiyê ye û pêwîste heqê neyariya î rêz lê bê girtin ji Erdogan xwest ku bi sebr û hedar gel neyarên xwe reftarê bike û tev Qilîçdaroglu jî hema li vê çarçîvê rêkeve ku helbet ev yeka heta hedekê ser xêr û qazanca nneyarên AKP ye , ji ber ku bi curekî pîşiya zêdexwaziya Erdogan digire.
Ev reyiya dadgeha Tirkiyê ku Erdogan dewetî sebr û hedarê li hemberî neyaran kir ev rastiya jî bo gelê Tirkiyê derxist ku hegera sereke ku bûye sebeb li hilbijartina derbasbûyî yê Tirkiyê AKP kêmtir ji berê reyî û dengên xelkê aniye dest ji ber zêdexwaziyên Erdogan bûye.
Ji aliyê dinve partiya MHP jî li meydana rikeberiyan dixebite ku wekî neyarekî AKP xwe nîşan bide û reyî û dengên netewperêzên Tirkiyê li vê hilbijartina pêşwext bîne destê xwe.
Helbet partiya kurdên Tirkiyê yanî HDP ku bo ewil car karî manê û berbenda sedî 10 derbas bike jî pê pişkdariya li nav dewleta berwext yan hilbijartinî dixwaze vê yekê nîşan bide ku ev partiya hema piştevanê aşitiyê ye û dil heye gotûbêjên aşitiyê dinavbera dewleta AKP û kurdên Tirkiyê bê domandin û ev pişkdariya li dewleta berwext jî bona îspata niyetpaqijiya vî partî ye.
Bi berçavgirtina vê wezyeta nav Tirkiyê birek ji navendên siyasî û nûçeyî dixebitin bersiva vê pirsê bidin ku gelê eger hilbijartina nav Tirkiyê bi saxlemî birê keve netîca hilbijjartinê çi dibe.
Rojnama Tûdêy Zeman çapa Tirkiyê li gotarekî xwe da dinivîse; Para pirtire anketan li ser hilbijartina Tirkiyê nîşan ddidin ku guhartinekî berbiçav li nav Tirkiyê da çê nabe, lê xetera sereke evaye ku hêtimale xelk dîsa jî ji berê kêmtir reyî û dengên xwe bidine AKP ku eva tesîrekî xirab dê dayîne ser Erdogan û AKP.
Govara Fayneşnal Taymz li gotarekî xwe da ragihandiye ku Tirkiye bûye hîsîrê zêdexwaziya kesekê û ew jî Erdogane û ji ber ku xelkê li hilbijartina 7 Hezîranê neyariya xwe tev van zêdexwaziyên Erdogan dane diyarkirin loma bona ku Erdogan bigehêje armancên xwe dîsa fermana birêketina hilbijartinê da ku li vê hilbijartinê jî xelk dîsa bersiva Erdogan dê bidin.