Dengvedanên bûyer û guhartinên Iraqê û şîretên Ayetullah Sîstanî
Tebax 30, 2015 10:36 Asia/Tehran
Berdewamiya xwenîşandana li dij gendeliyên îdarî li Iraqê da bi awayekî berfire dinav medyayên cîhanê den daye.
Her li vê barê da Kilûdîn Şidîd karzan û şirovekirê kanala Skayî Newsa Erebî ragihandiye ; Xwenîşandana li dij gendeliya îdarî li Iraqê, li rewşekê da berdewam dike ku xwestek û mirazên xelkê Iraqê her diçe zêde û berfire dibe , bi awayekê kku li van rojên dawiyê xelkê vî welatî li ser bidestxistina xwestekên xwe pir îsrarê dikin.Hêjayî gotinê ye ku Heyder Îbadî serokwezîrê Iraqê li van hefteyên bihurî li ser girîngiya cîhatina reform û dabînkirina xwestekên xelkê sekinî.
Reformên ku Heyder Îbadî pêşniyar kirine sê qunaxan digire ber xwe , hêsankirina hatin-çûna xelkê nav devera kesk ya Bexdayê û berçavan derbaskirina dubare ya rêketin û peymanên kirîn û firotinê yên dewletê û cih anîna lêkolînên berfire derheq dosiyeyên gendeliyê ji wan reformên girîng bûn ku serokwezîrê Iraqê pêşniyar kiribûn.
Ev reformên hanê rastî hin bertekan ji aliyê hin grûp û aliyên siyasî yên nav Iraqê hat û wwan hin naverokên vê pêşniyarê neqanûnî dane zanînê ku Heyder Îbadî destxweda bersiva van bertegan da û destnîşan kirev reformana bi dengê erênî yên desteya wezîran û parlemanteran hatiye pejirandinê û tam qanûnî ye.
Heyder Îbadî destnîşan kir ku dev ji pêşniyarên ku daye bernade û gişt xalên vê li gor qanûna bingehîn ya Iraqê cih tîne.wî herwiha li vê çarçîvê da got: Ez li ser qanûnê û eslên qanûna bingehîn disekinim û tu tişt nikare min ji vê rêkê dûr bêxe.
Helbet ev gotinên Heyder Îbadî jî nekarîn ku bibe sebeba arambûna xelkê û çîn û qatên curbicur yên xelkê hîn jî xwenîşandanên hefteyî birê dixwînin li ser nerezamendiyên xwe îsrarê dikin.
Li rewşekî wiha da Ayetullah Sîstanî merceyê mezine şîeyên Iraqê jî xwe tevlî mesela reformên bingehîn li Iraqê kir û li kêlega ragihandina pêştevaniya xwe ji xwestekên xelkê , xwest ku xelkê Iraqê hişyar bibbin û nehêlin dilnexwaz ji hereket û xwenîşandanên wan istifada nerewa bikin û tevgera wan ji rê derxin.
Her li vê çarçîvê da Ayetullah Sîstanî xwest ku dewlet li warê cihanîna reformên rastîn sistiyê neke û herwiha ji teştîlatên din yên welêtjî xwest ku piştgîriya van reforman bike.
Ayetullah Sîstanî destnîşan kiriye ku divê dewlet bi dû reformên rastîn bibe û wiha nîşan bide ku ji bo cihanîna reformên rastîn cidî ye û bi tenê bona aramkirina rewşa vî welatê şer sergirtî ji bo demeke kurt gavan navêje .
Ebdulmehdî Kerbelayî nûnerê Ayetullah Sîstanî jî li vê barê da got:: Rayedarên welêt divê ne wekî rewşa berê tev bigerin , belkî divê ew ji bo cihanîna reforman cidî bin ta ku xelk baweriyê li wan bînin.
Wî herwiha got: Gelê Iraqê soz û qirarên zav ji siyasetmedar û rayedarên welêt li dewrên berî bihîstine lêbelê ew negehiştine wê encama ku dixwazin.
Ebdulmehdî Kerbelayî nûnerê Ayetullah Sîstanî herwiha ji xelkê xwest ku hişyar bibin û nehêlin ku ji xwenîşandanên wan istifadeyên nerewa bikkin.
nûnerê Ayetullah Sîstanî li Iraq, xelkê vî welatî li cihanîna reforman cidî daye zanînê û got: Xelkê Iraqê ji bilî ku li ser cihanîna reforman disekinin divê derheq şerê li dij terorîzmê jî hişyar bibin çumku ji serketina li vê mijarê da hişyarî û aqilmendiyekî zêde pêwîste.
Wî herwiha got ku merceyiyeta bilid ya Iraqê çawa ku berê jî gotiye hertim li dû diyarkirina nexşeya rê ya giştî ji bo pêvajoya siyasî ya welêt e ku şirovekirin û cihanîna vê nexşe û bernamê li ostiyê serokê sê teşkîlatên mucriyhe, qanûndanînê û dadweriyê ye.