Civîna çapemeniyê ya serokomarê Îranê li Têhranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i196528-civîna_çapemeniyê_ya_serokomarê_Îranê_li_têhranê
Serokê Komara Islamiya Îranê, serketina Îranê li muzakirên navokî bi 6 zilhêzên cîhanê ra encama tifaqa netewî û aqilê komkî zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 29, 2015 16:44 Asia/Tehran
  • Civîna çapemeniyê ya serokomarê Îranê li Têhranê

Serokê Komara Islamiya Îranê, serketina Îranê li muzakirên navokî bi 6 zilhêzên cîhanê ra encama tifaqa netewî û aqilê komkî zanî.

Li gorî rapora nûçegihanê me, Hesen Rûhanî serokê Komara Islamiya Îranê îro danê êvarê li civîna çapemeniyê bi pişkdariya medyayên navxweyî û biyanî li Têhranê got: Miletê Îranê karî bi hereketeke baş û hevgirtî li meseleya navokî ser bikeve û ev serketina, encama tifaqa netewî û aqilê komkî bû. Rûhanî li bara hin gotinên têkildarê viya ku rêketina navokiya Îranê û Koma 5+1'ê divê li meclisa şêwra islamiya Îranê were pejirandinê, got: Welatên endamê aliyê muzakireya tev me rêketina navokî nebirin parlemanên xwe ta ku îran jî bibe û tu hegerek ji bo vî karî tune û ev rêketinama divê li Civata Bilinda Elwehiya Netewiya Îranê bê pejirandin.
Serokê Komara Islamiya Îranê desnîşan kir ku rêketina navokiya Îranê û Koma 5+1'ê hêza berevaniya Îranê kêm nake û got: Armanca li babeta muzakireyên navokî îzbatkirina bêesasbûna buxtan û tawanbarkirinênên dijî Îranê û biaştîbûna bernama navokiya Îranê bû.
Rûhanî her wiha got: Îran bi dû pêşîlêgirtin û xurtkirina qaweta netewî ya xwe li hemberî gefan e û pêşketina Îranê li beşa berevaniyê zêdetir bûye û alav û sîlehên sitratêjîk ên Îranê mideha 2 salên buhurî zêdetir bûne.
Serokê Komara Islamiya Îranê li bara hewldana dewletê bo çêtirkirina peywendiyên bi welatên ereb ji wan bi Erebistanê ra û bandora vê demajoyê ser alûgurên navçeyê jî got: Rêketina navokî bûye sedema pêbaweriyê di nava welatên ku li bara bernama navokiya Îranê şikber bûn, tevî ku wan dizanî Îran bi dû sîleha navokî nîne.
Rûhanî bal kişande ser cidatiya nêrînên Îran û Erebistanê li bara Yemenê jî û got: Bombebaran û dewama êrişên hewayî ser vî welatî, encamek bilî kuştina gel bi xwe ra naynin û bi destwerdana li karên welatan mirov nikare bigihêje armancên xwe.
Rûhanî miletê Yemenê miletekî mezin wesif kir û hêvî kir ku Erebistan kuştina bêgunehan li Yemenê kuta bike û rewşa pêwîst bo berfirekirina peywendiyên tev Îranê bo çareserkirina meseleyên navçê dabîn bike.
Rûhanî got ku Îran ji bo berfirekirina peywendiyên tev Rûsiye, Çîn, Hindûstan û welatên din ên navçeyê micid e û ragihand: Pêvajoya peywendiyên Îran û Çînê ber bi pêş e û karê reaktora ava giran a Erakê biryar e ku ji aliyê Çînê û endamekî din ê Koma 5+1'ê û muhtemel e Amerîkayê va, bi têknolojiya pêşketîtir berdewam be.
Serokê Komara Islamiya Îranê li bara gefên hin rayedarên rojavayî û siyonîst dijî rêektinama navokiya Îranê û Koma 5+1'ê got: Îran ji bo sekinîna li hemberî her gefekê amade ye.
Serokê Komara Islamiya Îranê her wisan bal kişande ser viya ku proja tirsandina welatan ji Îranê li halê têkçûnê ye û got: Komara Islamiya Îranê mewqiya xwe li cîhanê peyda kiriye.
Serokê Komara Islamiya Îranê li bara serdana taximên ticarî bo Îranê jî got: Li dewrana piştî boykotan, bazara Îranê yê nebe navenda kelûpelên biyanî, belkî ew divê bi sermayedanîna li beşên curbicur bibin şirîkê kompaniyên îranî, bi awayekî ku beşeke bazaran li ber destê her du aliyan be. Rûhanî, nifşa ciwan û xwendevan a îranî balkêşiyek baş ji bo sermayedanîna biyanî zanî û got: Ciwanên îranî çi li nav û çi jî li derva hezkiriyên pêşeroja welatê xwe ne û biyanî jî hesta vê yekê dikin ku derfeta karkirina wan li Îranê ji berê zêdetir bûye.
Rûhanî li dawiyê desnîşan kir ku aloziyên roja îro li cîhanê bi hev ra girêdayî ne û yê bandorê li her kesî bikin û got: Bêistiqrarî û bêewlehîtî li navçeyê dê bandorê li meseleyên aboriyê bike.