Dengvedana ragihandina birêxistina dubare ya hilbijartinên pêşwext li Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i196283-dengvedana_ragihandina_birêxistina_dubare_ya_hilbijartinên_pêşwext_li_tirkiyê
Pêkutiya serokomarê Tirkiyê ser birêxistina dubare ya hilbijartinên meclisê di 1 Mijdarê da, bi awayekî berfire di nav neyar û rexnegirên vî karî da dengvedan hebûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 24, 2015 11:44 Asia/Tehran
  • Dengvedana ragihandina birêxistina dubare ya hilbijartinên pêşwext li Tirkiyê

Pêkutiya serokomarê Tirkiyê ser birêxistina dubare ya hilbijartinên meclisê di 1 Mijdarê da, bi awayekî berfire di nav neyar û rexnegirên vî karî da dengvedan hebûye.

Kemal Kiliçdarioglu serokê Partiya Komaraxwaz a Gel (CHP) bi aşkerayî gotiye ku Erdoxan bi qesd û zanebûnê, danûstandinên bo pêkanîna dewleta hevalbendiyê tûşî şikestê kirin ta ku riya birêxistina dubare ya hilbijartinên meclisê û serketina partiya xwe (AKP) serast bike.
Partiya Hereketa Netewî ya Tirkiyê (MHP) ku berî viya birêxistina dubare ya hilbijartinên meclisê sedema aloztirbûna rewşa siyasî û ewlehiya welêt zanîbû, vê carê şexsê Erdoxan berpirsê rewşa niha ya welêt zaniye.
Ne tenê partiyên siyasî yên neyarê delweta Enqerê û Erdoxan li nav Tirkiyê, belkî medyayên biyanî jî carna bi çaveke rexnekirinê li kiryar û pêngavên siyasî yên Erdoxan mêze dikin.
Ji wan kovara Êkonomîst (Economist) çapa Londonê Erdoxan "serokomarê xweser" bi nav dike û dinvîse ku Erdoxan li welatê xwe bûye dîktator û bi giştî bi dû wê ye ku destûra bingehîn di çarçêva berfirekriina iqtidara xwe biguherîne.
Di rewşeke wiha da, birêxistina hilbijartinên giştî bûye ewlewiyeta yekem a Erdoan.
Li gor bawera çavdêrên siyasî, ev ewlewiyeta Erdoxan ji hêlek din va jî dikare bê hilkolandin û ew jî eva ye ku partiyên muxcalif li parlemana Tirkiyê gişk dixwazin ku dosiyên gendeliya herî mezin a daraiyê li vî welatî bên vekirin ku li gor bawera wan Erdoxan bi xwe û kurê wî rola xwe di wan de hebûne.
Vî dawiyê Fikrî Saglar nunerê xelkê Mêrsînê li meclisa Tirkiyê ser bi CHP'ê xwest ku meclis lêkolînê li bara dosiyên gendeliya mezin a aboriyê yên ser navê Dosiyên 17 û 25 Kanûna 2013'ê bike. Wî her wisan xwest k udosiya şandina sîlehan bi kamyonên MIT'ê bo Sûriyê bê şopandinê. Saglar li dawiyê bi vê idiayê ku Erdoxan bi sûdwergirtina narewa ji dewsthilata xwe bandor li van dosiya kiriye, xwest ku Erdoxan bi hegera binpêkirina qanûnên cezayê yên welêt bikeve ber taqîbata dadweriyê.
Bê şik daxwaz û gefên bi vî rengî yên partiyên muxalif riya hevalbendiya AKP'ê bi partiyên hanê ra dijwar kiriye û renge Erdoxan jî di çarçêva hewldana bo jordabirina asta ewlehiya li bara mewqiya xwe armanca guhertina sîstema parlemanî bo serokatiyê kiriye ewlewiyeta xwe ya yekem. Wer xûya dike Erdoxan tenê dikare bi riya hilbijartineek din û serketina vebirr a AKP'ê bigihêje vê merema xwe. partiyên muxalif jî dibêjin ku heke APK'ê carek din ser bikeve yê siyasetên navxweyî û derveyî yên Tirkiyê wê dubare bibin. Çawan u kovara Êkonomîstê (Economist) dinivîse: Tirkiyê bi bombebarankirina pêgehên PKK'ê û koma têrorîst a DAIŞ'ê bi awayekî hevgav ne tenê pirsgirêkên navxweyî çêkiirne belkî Rojhilata navîn jî aloztir kiriye.
Lê neyarên şerkirina Tirkiyê di van du bereyan da, lihevnekirinek li siayseta derva ya Tirkiyê dizanin, çimkî li gorî nêrîna wan hêzên kurd nîşan dane ku li hemberî DAIŞ'ê zef kêrhatî bûne. Neyar ser vî esasî dixwazin ku siyaseta derve ya Tirkiyê bê guhertin û dewlet zêdetir bala xwe bide ser çareserkirina pirsgirêkên aboriyê yên welêt û berçavgirtina qanûnan û rêzgirtina li pîvanên dêmokrasiyê.
Wer xûya dike li gor nêrîna neyarên Erdoxan, dewama hikimdariya AKP¤ê yê mecaleke wiha nede welêt. Çawan ku Mewlûd Kayakara cîgirê serokê MHP'ê hikimdariya tam a AKP'ê mideha 13 salên derbasbûyî da sedema rewşa niha ya welêt zaniye. bi awayekî ku di rojên buhurî da, rijnamên Tirkiyê bi manşêtan hewl didin rewşa welêt wisan nîşan bidin ku Tirkiye ser lêva zinar û kendêlê ye û an li halê têkçûnê ye. Bi her şiklî encamên hilbijartinên giştî yên Tirkiyê di meha Mijadarê da yê zef diyarkir bin û yê nîşan bidin ku ev idia heta çi astekê nêzîkî rastiyê ne.