Rejîma Siyonîstî; Nêrînek li ser gefa leşkerî li dijî Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i196255-rejîma_siyonîstî_nêrînek_li_ser_gefa_leşkerî_li_dijî_Îranê
Xewn û xeyala êrîşa li ser Îranê careke din rayedarên Israîlê neçar kirin ku di vê qonaxê ku gotûbêjên navokî yên di navbera Îran û KOma 5+1`ê ketiye ser riya lihevkirineke giştalî, li xwe mukur werin ku ewna derûdora sê salan berî niha li fiokrê êrîşa li ser Îranê bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 23, 2015 14:13 Asia/Tehran
  • Rejîma Siyonîstî; Nêrînek li ser gefa leşkerî li dijî Îranê

Xewn û xeyala êrîşa li ser Îranê careke din rayedarên Israîlê neçar kirin ku di vê qonaxê ku gotûbêjên navokî yên di navbera Îran û KOma 5+1`ê ketiye ser riya lihevkirineke giştalî, li xwe mukur werin ku ewna derûdora sê salan berî niha li fiokrê êrîşa li ser Îranê bûne.

Wezîrê şêr ê Israîlê di wê demê da, Îhûd Barak perde ji ser vê yekê hilaniye û gotiye ku di sê caran ji salêa 2010`î heta sala 2012`an Israîlê dixwestiye ku êrîşî ser navendên navokî yên Îranê bike. Gotinên Barak nîşan didin ku di sala 2010`î da Israîlê dixwest ku êrîşî ser îranê bikke. Lê serokerkanê wê demê yê artêşa Israîlê, Gabî Işkenazî li dijî vê planê sekinî û got ku tu planeke di pratîkê da ji bo operasiyoneke wisan tine. Ev biryara di sala 2011`an jî tûşî dijberiya Mûşe Yeilûn û Yuwal Ştaynîtir hat û careke din hat rawestandin û êrîşa plandariştîbûyî dio sala 2012`an jî ji ber ku hevdem ligel meşqa leşkerî ya di navbera Israîl û Amerîkayê bû, bi vê egerê ku Israîlê nedixwest Amerîka jî tevlî gengeşeyê bibe, di pratîkê da hat bayganîkirin. Piştî belavbûna van gotinên Barak ji kanala duyem a israîlê hat ragihandin ku kesin din wek serokê wê demê yê rêxistina sîxoriya Israîlê ango Mûsad, Meîr dagan ku pişrta bi awayekî eşkere dijberiya xwe ligel vê planê ragiahnd û wezîrên derecebilindn wek Dan Merîdor û Êlî Yeşay jî li dijî vê planê bûn. Kanala 10`a têlêvîziyona Israîlê jî di nîsana sala 2013`an li bernameyekê ragiahd ku serokwezîrê vê rejîmê bi destûrkarekê ji wezîrê şer ê Israîlê, Mûşe Yeilûn xwestibbû ku xwe ji bo tişta ku wek ev du ``Ihtimala şêr di îsal `` dahatine zanîn, amade bike. Di vî warî da, wezîrê parastinê yê Amerîkayê di wê dem,ê da, Lêon pantêa heta ji bo êrîşa Israîlê li ser îranê dema ihtimalî jî pêşbînî kiribû û gotibû ku navbira bihar heta havîna sala 2013`an dê dema êrîşa ihtimalî be. Lê piştî wê yekê ku Nêtanyahû di heman demê da ji bo hevdîtina ligel Obama çû Koşka Sipî, bi wî ra gotin ku mijara sereke ya Amerîkayê girtina rê li ber her cûre şer û pevçûnê ye. Serokkoamrê amerîkayê li dû wê hevdîtinê li hevpeyivîna ligel kanala NBC`ê destnîşan kir ku Israîlê tu bernameyeke xwe ji bo êrîşa li ser êrîşa li ser îranê tine. Nêtanyahû jî li civîna wezîrên dewleta xwe û jênêralên artêşê her cûre axaftina li bara êrîşa li ser Îranê qedexe kir. A niha gotinên wezîrê şêr ê berê yê Israîlê, Îhûd Barak li bara planên bêencam ên Til Avîvê ji bo êrîşa li ser îranê serokên Rejîma Siyonîstî hêrs kirine. Hinek ji navendên siyasî ragihandin eku mimkin e Îhûd Barak bi van gotinên xwe li dû xurtkirina cîgeha xwe ya siyasî be. Lê cuda ji engîze û xwestekên wî li bara vê mijarê û bertekên navxweyî li hindirê Rejîma Siyonîstî çend xalên hêjayî kûrbûna li ser wan li van gotinên wî hene. Ya yekem ew e ku rejîma Israîlê cîgeh û bingeha şer û gefa li dijî welatên navçeyê ye. ya duyem ev e kuRejîma Siyonîstî bi çêkirin aji nû ya rewşa derûnî ya gefa leşkerî li ser Îranê têdikoşe ku wek berê bi saya zindîkirina rewşa şer û gefan, li ser riya cihanîna lihevkirina navokî astengî û berbendan çê bike. Xala din li bara nêrîna li ser vê şanoya siyasî propagandayî itirafa bo vê rastiyê ye ku rayedarên rejîma siyonîstî dizanin ku ehmeqî û kertiyeke wisan ji bo wan pir xerc û jênaveger e. Loma bi zêdebêjiyên xwe di warê stratijiya gefa ji bo êrîşa li ser Îranê li dû sûdwergirtina siyasî û bacxwaziyê ne.