Berdewamiya girtin û binçavkirina li Misrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i196178-berdewamiya_girtin_û_binçavkirina_li_misrê
Dewra nû ya serkutkirina xebatkarên siyasî li Misrê piştî vê yekê despê kir ku qanûna nû ya ser navê ''Têkoşîn û Xebata li dij Terorîzmê'' li vî welatî de hate pesendkirin û li vê çarçovê de hêzên polîs û ewlehiyê yên Misrê 32 kesên din ji dijberên siyasî yên hikûmetê ku gişk endamên Îxwan-ul-Muslimîn in, girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 21, 2015 14:01 Asia/Tehran
  • Berdewamiya girtin û binçavkirina li Misrê

Dewra nû ya serkutkirina xebatkarên siyasî li Misrê piştî vê yekê despê kir ku qanûna nû ya ser navê ''Têkoşîn û Xebata li dij Terorîzmê'' li vî welatî de hate pesendkirin û li vê çarçovê de hêzên polîs û ewlehiyê yên Misrê 32 kesên din ji dijberên siyasî yên hikûmetê ku gişk endamên Îxwan-ul-Muslimîn in, girtin.

Eva li rewşekê ye ku dadgeha sizayan a Qahirê li navenda polîsê Misrê mehkemekirina Muhemed Mursî, serokkomarê wêdadayî yê Misrê û 10 kesên din ji Îxwaniyan li gor dosiya bi navê ''Sîxoriya ji bo Qeterê'' despê kiriye. Dadgeha sizayan a Qahirê midehek berî niha Muhemed Mursî li dosiya bi navê Revîna ji Zîndanê'' jêra hikmê îdam ê birî û li dosiya sîxoriyê jî hewsa ebed (hetahetayî) dayê.
Hikûmeta Misrê Îxwan-ul-Muslimîn daniye nav lîsteya grûpên terorîstî da ku wek grûpeke terorîst lê nêzîk bibe. Ji dema ku leşkeriyên Misrê LI SALA 2013 Muhemed Mursî ji ser posta serokkomariyê wêda dane, van leşkeriyan îslamxwazên misrî bi şidet serkut kirine û her dengê ku ji wan rabe bi lez ditemirînin, li vê çarfçovê de hêzên ewlekarî û artêşa Misrê zêde ji 1400 kes ji îslamxwazên misrî kuştine û ji çend sed kesn re jî hikmê îdamê birîne, eva li rewşekê ye ku Rêxistina Erebî ya Mafê Mirovan ku cihê wê ya sereke li Îngilîzê de ye agahî daye ku li van du salên bihûrî 267 kes li zîndanên Misrê jiyana xwe ji dest dane, rewşa xirab li zîndanên Misrê yên ku zîndaniyên siyasî têda tên ragirtinê bi awayekî ye ku awayekî ye ku mirina zîndaniyan her meh berdewam dike . Hin zîndaniyên hanê ji ber şkencê jiyana xwe ji dest didin hin jî li hucr û selûlên tijî zîndanî û xirab ku têda şert û mercên tendirustiyê nayên berçavgirtin tên ragirtinê ku bi nexweşiyên xirab û giran dikevin û ji ber ku pêwendiya wan bi dixtoran re tine jiyana xwe ji dest didin.
Hin navendên mafê mirovan dibêjin zîndanên Misrê ji hogir û endamên Îxwan-ul-Muslimîn re bûne goristan, eva li rewşekê de ye ku hikûmeta vî welatî bi pesendkirina qanûna nû ya li dij terforê rewşa li dij dijber û neyarên hikûmetê ji viya jî xirabtir kjirye, hikûmeta Misrê bi her awayekî hewldide neyarên xwe ji holê derxe û her diçe dîktatorî û serkutkirin û zilm a li dij neyaran li vî welatî de zêde dibe û her diçe rewşa vî welatî zêdetir polîsî dibe. Li gor qanûna li dij terorîzmê hikûmeta Misrê dikare her nerizamendiyekê bi navê terforîzmê serkut bike û her kesekî bi vî nav î bigire û bêxe hewsê an jî her navendsekê girê bide. Li gor karzan ên siyasî qanûna li dij terorîzmê ewqas berfire ye ku ti hed û hudûd û çarçove têda ji bo terorîzmê û terorîstan nehatiye berçav girtine vêca li gor vê yekê rejîma El-Sîsî dikare her nerizamendiyeke sivîl û medenî wekî hewldanên terorîstî bide zanînê û wê bi şidet serkut bike û vê hikûmet bi eşera binpêkirina mafên mirovan û berçavnegirtina azadiya îfadekirin û bawerê ji xwe re kiriye qanûnî û heqê xwe daye zanînê. El-Sîsî li van mehên borî her roj qanûnek bi navên curbicur pejirandiye ji bo ji navbirina neyarên xwe û qahêmkirina dîktatoriya dubare ya eskeriyan ser Misrê . Rast e El-Sîsî li meha Gulana 2014 bi fermî bû serokkomarê Misrê li Îxwan-ul-Mislimîn û gelek ji xelkê Misrê hîn Mursî serokkomarê Misrê yê qanûnî dizanin û ji bo piştgiriya ji wî xwenîşandan û nerizamendiyan bi rê têxin.
Berdewamiya xwenîşandan û nerizamendiyan li Misrê nîşan dide ku rayedarênmisrî nekarîne bi derxistina hukm û qanûnên nû û zalimane û bi çêkirina tirs û xufê , wêdadayîna Muhemed Mursî li xelkê bide qebûlandinê û vê yekê rewa bide nîşan dayînê .