Erdogan û hilbijartina berî demê ya Palemanê
Tebax 20, 2015 13:44 Asia/Tehran
Piştî ku serokê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û serokwezîrê vê demê Ehmed Davûdoglu ragihand ku hewldanên wî ji bo pêkanîna hikûmeta hevpeymanî negihêştina encamê, serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bi serokê nû yê pralemanê Îsmet Yilmaz re hevdîtin pêk anî û pêra gotûbêj kir.
Wer xuyab dike ku ev hevdîtina ji bo hilkolandina riyên pêkanîna hikûmeta nû an jî hilkolandina birêxistina hilbijartina dubare ya parlemanê ye. Bê şik encama hibijartinên heftê hezîran ê bû sedema nerazîbûna Erdogan, vêca piraniya karzanên siyasî bawer in ku her ji wê demê ve ew kete fikra guhertina vê encamê û birêxistina dubare ya hilbijartina parlemanê ser qazanca AKPê ye. Li vê çarçovê de Erdogan bi tezetî ragihandiye ku Tirkiye her dem ku derbas dibe gavekê nêzîkî hilbijartina nû ya parlemanê dibe. Rast e hemû hewldan û têkoşînên Erdogan û serokên AKP'ê bona serastkirina riya hilbijartina dubare ya parlemanê li vê çarovê de ne ku vê carê dengên vê partiyê zêde bikin, lê eva ku ew digihêjin vê miraz û hedefa xwe pirseke mezin e, bi awayekî ku Erdogan bi xwe xistiye nav şik û gumeneke cidî û ew niha xwe li ber koçeke binîgirtî dibîne. Van rojên dawiyê Ozer Sencer xwediyê û serokê kompaniya anket û rapirsînê ya Metropolê gotiye: Li gor lêkololînên meydanî ku hefteya bihûrî cih hatin em pêhesiyan ku bi awayekî berbiav ser dengên Partriya Demokratîka Gelan (HDP) zêde bûne û pir muhtemel e ku ev partiya ku ji AKP'ê re reqîb û rikbereke cidî ye li hilbijartinên pêşerojê dewsa partiya nejadperêst ya Hereketa Neteweyî (MHP) bigire û bibe partiya sêyem li parlemana Tirkiyê. Eva li rewşekê da ye ku Erdogan pir hewlda vê partiyê (HDP) û serokên wê bi taybetî Selahedîn Demîrtaş ji meydana rikeberiyan dûr bike û partiya wî ji hevsengî û qaweta siyasî dûr xe, çûnku vê partiyê li hilbijartina heftê hezîranê bi bidest xistina zêde ji sedî 13 dengên xelkê bi awayekî bû sedema kêmbûna dengên AKP'ê û vê yekê xwîn xiste dilê Erdogan û serokên AKP'ê, vêca HDP'ê ne tenê ji MHP'ê re reqîbeke cidî ye belkî bûye rikeber û reqîbeke mezin ji AKP'ê jî. Bawera Ozer Sencer xwediyê û serokê kompaniya anket û rapirsînê ya Metropolê li bara HDP'ê jî wiha ye. Ew dibêje: AKP'ê divê veger wan rojan ku partiyeke ser xêr û kara kurdan dihat hesabê, ne ku CHP dê dewsa wê bigire . Encama rapirsîna kompaniye Geziciyê jî vê îdiayê pişt rast dike. rojnama Zaman çapa Tiriyê radigihîne ku kompaniya ankêtan a Geziciyê di 8 û 9'ê Tebaxê da bi rapirsiya ku 4 hezar û 860 kes tê da pişkidar bûne, giheştiye vê encamê ku ji sedî 75'ê kurdan xwe mirovên mezhebî dane nasandin û bo cara yekem jî ji sedî 58'ê kurdên Tirkiyê li hilbijartinên 7 Hezîranê piştgirî dan HDP'ê.Birêvebirê kompaniya rapirsiyan a Geziciyê her wisan dibêje ku ankêtên me yên din jî nîşan didin ku niha Evdila Ocalan serokê kurdên Tirkiyê nîne, çimkî ji sedî 60 heta 62'yê kurdên Tirkiyê, Selahedîn Demirtaş hevserokê HDP'ê wek serokê kurdên Tirkiyê didin nasandin.
Serokê vê kompaniya ankêtan, Murad Geziciyê dibêje: Encama anketên me nîşan dide ku dengên AKP li hilbijartinên pêşerojê dadikevin bin ji sedî 40'an. Ji xwe piraniya xelkê Tirkiyê Erdogan berpirsê pirsgirêkên vê demê li Tirkiyhê û berpirsê despêbûna şêr û zêdebûna kuştina serbaz û eskerên tirk dizanin . Ew dibêje li gor anketan zêde ji sedî 76 ji xelkê Tirkiyê naxwazin sîstema parlemanî ya Tirkiyê biguhere û ya serokatiyê dewsa wê bigire, her eva bûye sedema kêmbûna qedr û qîmeta Erdogan di nav xelkê. Murad Geziciyê dibêje heke hilbijartin dîsa birêkevin dengên HDP'ê ji sedî 14 kêmtir nabin û eva nîşan dide ku HDP'ê ji MHP'ê re reqîbeke cidî ye û her ji ber viya Dewlet Baxçelî ba dikişîne ser zêdebûna kuştiyan li deverên kurdtêda û dixwaze ku li wir rewşa hikûmeta leşkerî were ragihandinê . Li van rojana medyayên cîhanê û navendên siyasî bûyerfên Tirkiyê bi diqet dişopînin û ew bi awayekî bal kêş ser reftar û kiryarên Erdogan disekinin, eva li rewşekê ye ku li gor qanûna bingehîn a Tirkiyê serokkomarî posteke formalîte û teşrîfatî, lê Erdeogan lingê xwe jji viya zêdetir dirêj kiriye.Televîziyona Fransa 24'ê ragihandiye ku ne şerê hikûmetê li dij PKK û ne jî qaşo xebata wî li dij DAZIŞ'ê tu kîjan nabin sedema zêdebûna dengên AKP'ê li hilbijartinên muhtemel. Li her halî de wer xuya dike ku Erdogan qedera xwe li hilbijartinên pêşerojê girê daye, qerdera ku gelek ji karzanên siyasî wê nezelal û bi dûman dizanin.