Çalakiyên aştîxwazane yê navokî yên Îranê dê neyên rawestandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i195988-Çalakiyên_aştîxwazane_yê_navokî_yên_Îranê_dê_neyên_rawestandin
Serokê rêxistina vejena navokî ya Îranê got: Tevî qebûlkirina danîna hinek sînoran ligel cihanîna lihevkirina navokî ya di navebra Îran û Koma 5+1'ê, çalakiyên aştîxwazane yên navokiya Îranê dê neyên rawestandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 16, 2015 12:52 Asia/Tehran
  • Çalakiyên aştîxwazane yê navokî yên Îranê dê neyên rawestandin

Serokê rêxistina vejena navokî ya Îranê got: Tevî qebûlkirina danîna hinek sînoran ligel cihanîna lihevkirina navokî ya di navebra Îran û Koma 5+1'ê, çalakiyên aştîxwazane yên navokiya Îranê dê neyên rawestandin.

Serokê rêxistina vejena navokî ya Îranê, Elî Ekber Salêhî roja şemiyê li civîna çapemeniyê ya vekolandina berûlayên lihgevkirina navokî ya di navbera Îran û Koma 5+1'ê ango Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar got: A niha 9100 santrîfiyûj çalak in ku her sal 2000 kîlo oraniyûmê zengîn dikin. Cîgirê serokê Komara Islamî ya Îranê bal kişande ser şirove û egerên rexnekiran li bara vê yekê ku divê santrîfiyûjên zêdetir dihatin çêkirin, her wiha got: Pêşeya navokî wisan nine ku mînakek çê bibe û were ragihandin ku ev berhema di hejmareke berfireh da hatiye zêdekirin, belkê pêwîst e ji bo ewlehiya vê pêşeyê tevdîrên taybet werin pêkanîn ta ku alav û amorên navbirî bi hebûna pêbaweriyeke pêwîst li pergala hêzgeha navokî da werin bikaranîn. Serokê rêxistina vejena navokî ya Îranê bal kişander ser vê yekê ku derfeta heşt heta deh salan ji bo lêkolîn û geşepêdana pêşeya navokî ya Îranê derfeteke guncaw e ta bikare destkeftên navokî yên Îranê bigihîne asteke baş û kêrhatî û bi saya rakirina berbend û astengiyan û bi riya hevkariyên navneteweyî ji bo çêkirin aardûya navokî, ev rêzexebata were kemilandin. Li vê yekê tu çik û gumanek tine ku li serhevanîna gotûbêjên navokî li Viyenê li ser esasa Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar taxima gotûbêjkira îranî l gotûbêjêin dijwar û sext bi vîn û irade û bihêz mafên navokî yên Îranê parastin û her wiha nîşanî cîhanê dan ku Îranê hêjayî danûstandin û gotûbêja kêrhatî ye. Îranê di van salên dawî da her wiha di warê pratîkê her wiha di warê ramana navokî nîşan da ku ji gef û boykotan natirse û ji bo bifermînaskirina mafên xwe yên navokî li hemberî bacxwaziya tu welatekî bejna xwe natewîne. Ji ber vê yekê destkeft û hasila vê raman û guftimanê pêwîst e ku wek destkefteke girîng were nirxandin û loma nabe ku asta bendewarî û çaverêbûnê zêdetir ji tişta ku heye were nîşankirin û yan ewqas asta lihevkirinê were nizmkirin ku wateya wê wek jidestçûn û binpêbûna mafên navokî yên Îranê were têgihîştin. Tişta ku xuya û tekûz e ev e ku li serhevanîna gotûbêjên navokî li Viyenê xalên sereke û bingehîn li nijara navokî hatine naskirin û hatiye diyarkirin ku li gorî rêçareya ku hatiye bidestxistin, tu yek ji çalakiyên navokî û yên têkildar nayên rawestandin, betalkirin yan rawestandina demkî û çalakiyên navokî li gişt navendên navokî ji wan Netenz, Fordo, Isfehan û Erakê mdê bidomin. Seroikêl rêxistina vejena navokî ya Îranê pêştir jî li kêleka merasima birêxistina civîna çapemmeniyê ya serokkoamrê Îranê ligel nûçegihanan piştî gotûbêjên Viyenê, lihevkiina navokî ya di navcbera Îran û Koma 5+1'ê wek destpêkek ji bo bidawîanîna mijara navokî da zanîn. Salêhî destnîşan kir ku lihevkirina navokî ya di navbera Îran ûş KOma 5+1'ê dê tu yek ji çalakiyên navokî yên Îranê neyê rawestandin û Îranê tenê qasa zengînkirina oraniyûma xwe bi qasî 6 meha bisînor kiriye ta ku piştî pêkhatina gotûbêjên giştalî, rewşa zengînkirina oraniyûma zêdetir ji sedî 5'ê jî were diyarkirin. Eşkere ye ku serhevanîna gotûbêjên navokî yên Viyenê ji hêla hinek ji medya û navendên siyasî yên welatên rojavayaî û bi taybet yên siyonîstî wek lihevkirineke nebaş were zanîn ji ber ku tişta ku di encama gotûbêjan da hatiye bidestxistin herî dûr ji çaverêtiya wan ji encamên gotûbêjan e. Li gorî sênaryoya berê, armanca welatên rojavayî li ser rawestandin û hilweşandina tam a bernameya navokî ya Îranê hatibûn hûrkirin. Loma lihevkirina navokî ya di navbera Îran û Koma 5+1'ê ji vê hêlê va wek derfetek e û ev derfeta hew bi wateya paşvekişiyana Îranê ji maf û mijar û xalên xwe yên bingehîn e. Tevî vê yekî eşkere ku di vê riyê da dîsan jî nakokî hene û ji ber vê yekê dê mehên pêşerojê nîşan bidin ku riya ku hatiye vekirin çiqas ji bo gihîştina bo lihevkirina dawîn saf e.