-
Sibê di merasima 13ê Abanê de gel wê têkçûna komploya Amerîkî-Siyonîstî bi beşdarbûna bi coş ragihîne
Tesrîn 03, 2022 16:30Sipahê pasdarên inqilaba islamî bi weşandina daxuyaniyekê, 13`ê Abanê pîroz kir û xwenîşandanên niştimanî yên sibê li seranserê Îrana Îslamî, meydana nîşandana dijminatiya neteweya Îranê li hemberî Îstikbara cîhanî û ragihandina têkbirina komploya vê dawiyê ya Amerîka-Siyonîst li şerê çend-alî da zanîn.
-
Terorkirina pêşnimêjê mizgeftekê li başûrê rojhilatê Îranê
Tesrîn 03, 2022 18:19Rêveberê polîsê Sîstan û Belûçistanê yê Îranê got: Îro berî nimêja mexrîb û îşayê pêşnimêjê mizgefta Mûlay Muteqiyan li Zahidanê li başûrê rojhilatê Îranê ji aliyê terorîstan ve hat şehîdkirin.
-
Şermezarkirina civîna dijî Îranê ya Konseya Ewlekariyê ji aliyê Çîn û Rûsyayê ve
Tesrîn 03, 2022 08:04Nûnerên Çîn û Rûsiyê kiryarên Amerîka û Albaniyayê li lidarxistina civîna nefermî ya Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî derbarê pêşhatên Îranê şermezar kirin.
-
Danûstandinên ji bo betalkirina cezayan mijara axaftina telefonê ya Emîr-Ebdullahiyan û Borrell bû
Tesrîn 03, 2022 06:38Wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan û berpirsê siyaseta derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell li ser geşedanên dawîn ên têkildarî muzakereyên betalkirina dorpêçan, têkiliyên Yekîtiya Ewropayê û Komara Îslamî ya Îranê û şerê li Ukraynayê gotûbêj kirin.
-
Girtina 3 endamên çalak ên çêkirina aloziyên vê dawiyê yên Îranê
Tesrîn 02, 2022 18:303 endamên çalak di qaloziyên vê dawiyê de ku bi enstîtuya Amerîkî (Tawan Tech û Kanala International a Erebistana Siûdî) bi şêweyê “welatî-rojnamevan” hevkarî kiribûn, hatin naskirin û girtin.
-
Reîsî: Hewldana dijmin ew e ku rê li ber hikûmetê bigire ku nikare xizmeta gel bike
Tesrîn 02, 2022 17:45Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser vê yekê ku dijmin dixebite rê li ber hikûmetê bigire da ku nikare xizmeta gel bike û tekez kir: Hikûmet bi biryar e ku riya xizmetguzariyê û pêşketinê bi xurtî bidomîne û ev tevger bi şantaj û aloziyan nayê rawestandin.
-
Emîr-Ebdullahiyan: Îran û Sûriyê li meydanên navçeyî û navdewletî û di hemahengiyan de du welatên dost û bira ne
Tesrîn 02, 2022 16:45Emîr-Ebdullahiyan: Îran û Sûriye li meydanên navçeyî û navdewletî û di hemahengiyan de du welatên dost û bira ne.
-
Emîr-Ebdullahiyan li Tehranê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Sûriyê kir
Tesrîn 02, 2022 16:08Wezîrê karên derve yê Sûriyê li sêyemîn serdana xwe ya Têhranê di dewleta 13`an a Îranê de ji aliyê wezîrê karên derve yê Îranê ve hat pêşwazîkirin.
-
Rêberê giraqedir ê Inqilaba Îslamî: Milet bi rastî dijmin bê hêvî kir
Tesrîn 02, 2022 12:28Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li civîna bi coş a bi sedan xwendevaran destnîşan kir: Di şerê hevbeş û çend alî yê çend hefteyên dawî de, Amerîka, Rejîma Siyonîst, hin hêzên mêtinkar ên ewropî û hin grûp, hemû îmkanên xwe ji bo êrişa ser gelê Îranê anîne meydanê, lê milet li devê xerabkaran xist û ew bê hêvî kirin.
-
Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî: 13`ê Abanê nîşaneya şerûdî û şikestina Amerîkayê ye
Tesrîn 02, 2022 10:26Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî li hevdîtina tev komek ji xwendevanan destnîşan kir: 13`ê Abanê (4ê Mijdarê) nîşana şerûdiyê, debedîtin û şikestina Amerîkayê ye.