-
Pêzêşkîyan: Bila Sindoqa Dirêv a Çendalî ji bo sekinîna himber boykotan were danîn
Îlon 01, 2025 12:51Serokomarê Îranê di civîna Şanghayê da got: Pêşnîyara Îranê ev e ku destpêşxerîya danîna ``hesab û safîkirina taybet`` di çarçova Rêxistina Hevkarîya Şanghayê da, wek mekanîzmek ji bo xurtkirina hevkarîyên darayî di navbera endamên vê rêxistinê da were pêşxistin.
-
Larîcanî: Îran dijî her guhertineke jeopoltîk li navçeyê ye
Tebax 30, 2025 18:51Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê bi Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Ermenistanê ra hevdîtin pêk anî.
-
Beqayî: Karê sê welatên ewrûpî dijî Îranê, guhdarîkirina fermana aliyê binpêkirê Lihevkirina Navokî ye
Tebax 29, 2025 15:39Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Karê sê welatên ewrûpî ji bo vegerandina biryarnameyên îbtalbûyî yên dijî Îranê, guhdarîkirina fermana aliyê binpêkirê Lihevkirina Navokî ye.
-
Rêkarên Îranê ji bo pêkanîna aştiyê û garantîkirina derketina tam a hêzên dagirker ji Xezzê
Tebax 25, 2025 14:17Wezîrê Karên Derve yê Îranê di civîna awarte ya Wezîrên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî de 3 rêkar ji bo pêkanîna aştiyê û garantîkirina derketina tam a hêzên dagirker ji her bihostake axa Xezzê raber kirin.
-
Rêberê Şoreşê: Pilana dijmin piştî têkçûna di şerrê danzderojî de têkdana yekbûnê ye
Tebax 24, 2025 16:12Rêberê giranqedr ê Şoreşê pêgîrî kir: Bila hemû hişyar bin! Pilana dijmin piştî têkçûna di şerrê danzderojî da birêxistina bêtifaqiyê û têkdana yekitîyê ye.
-
Xeyala Îsrayîla Mezin xetereke dijî hebûnê û gefek dijî aştî û ewlehiya navneteweyî ye
Tebax 24, 2025 15:16Wezîrê Karên Derve yê Îranê got ku daxuyaniyên Serokwezîrê rejîma dagirker a siyonîst derbarê Îsrayîla Mezin de dibin sedema binpêkirina serweriya neteweyî ya welatên serbixwe yên navçê.
-
Wezareta Berevaniyê ya Îranê: Rejîma Siyonîst ji bo sekinandina şêrr lawahî kir
Tebax 24, 2025 14:49Berdevkê Wezareta Berevanîyê ya Îranê bal kişand ser derbên giran ên ku hêzên çekdar ên Îranê li binesaziyên Rejîma Siyonîst xistin û got: Rejîma Siyonîst lawahî kir ku şer raweste.
-
Serfermandarê Sipaha Pasdaran: Sipah di amadetiya tam de ye
Tebax 23, 2025 14:56Serfermandê Sipaha Pasdaran a Şoreşa Îslamî got: Ger Rejîma Siyonîst cardinê destdirêjiyê ser welêt bike dê bersivek poşmankertir û qahîmtir ji ya di şerê 12 danzderojî de wergire.
-
Berdevkê Tetbîqata Artêşa Îranê: Ev tetbîqata meşqên mûşekî, elekteronîkî û hewayî digire ber xwe
Tebax 21, 2025 16:04Berdevkê Tetbîqata Xweragiriya Mayinde 1404 got: Hêzên artêşa Îranê di vê tetbîqatê de avêtina mûşekan, tetbîqatên şerrê elekteronîk û tetbîqatên xwefiran cih anîne.
-
Îran û Bilarûsê 12 belgeyên hevkariyê wajo kirin
Tebax 20, 2025 18:45Di sefera Mesûd Pizişkiyan bo Bilarûsê de, îro rayedarên payebilind ên Îran û Beilarûsê, bi amadebûna serokkomarên her du welatan, 12 belgeyên hevkariyê di warên siyasî, mafên navneteweyî, geştiyarî, hunerî, medya, tenduristî û dermanan, pîşesazî, jîngeh, herêmên azad ên pîşesazî û aborî û sermayeguzariyê de îmze kirin.