300 keştî û 6 hezar karmend di Tengava Hormizê da asê mane
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i361688-300_keştî_û_6_hezar_karmend_di_tengava_hormizê_da_asê_mane
Saziya Navneteweyî ya Deryavanîyê tevî hişyarîdanê derbarê dûhatên astengîya di Tengava Hormizê da, îtîraf kir ku bi hezaran karmend û bi sedan keştî di vê derbasgeha giring a avî da asê mane.
(last modified 2026-11-28T15:05:19+00:00 )
Tesrîn 28, 2026 18:33 Asia/Tehran
  • 300 keştî û 6 hezar karmend di Tengava Hormizê da asê mane

Saziya Navneteweyî ya Deryavanîyê tevî hişyarîdanê derbarê dûhatên astengîya di Tengava Hormizê da, îtîraf kir ku bi hezaran karmend û bi sedan keştî di vê derbasgeha giring a avî da asê mane.

 

Saziya Navneteweyî ya Deryavanîyê ragihand ku ji destpêka şerrê li dijî Îranê heta niha, nêzikî 300 keştî û 6 hezar karmend di Tengava Hormizê da asê mane û tu nîşaneyek ji kêmbûna qeyranê di demeke nêzik da tuneye.Vê saziyê tevî hişyarîyê derbarê dûhatên astengîyê di keştiygerîyê da, ragihand ku rojane tenê 8 heta 15 keştî ji vê derbasgeha stratejîk derbas dibin û hin keştî jî mecbûr bûne pergala navîgasyonê ya xwe vemirînin. Saziya Navneteweyî ya Deryavanîyê hişyarî da ku, qeyrana Tengava Hormizê wê tenê bi veguhestina deryayî sînordar nemîne û dûhatên wê dê beşên din ên bingehîn yên cîhanê, bi taybetî çandiniyê jî bixin bin bandorê, ji ber ku astengî di bazirganî û zincîreya dabînkirinê da hîn jî berdewam e.