Serleşker Wehîdî: Gelê berxwedêr ê Îranê qet teslîm nabe
Serdar Serleşker "Ehmed Wehîdî", Fermandeyê Giştî yê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî, tevî tekezîya li ser rola gelê Îranê û berxwedana wan, got: Amerîka heta niha tu wextî di vê astê da di tecrîda navdewletî da nebûye û gelê Îranê li himber Amerîka û Rejîma Siyonîst bejna xwe natewîne.
Serleşker Wehîdî tevî gotina vê yekê ku îro qada welatê me bo guherîneke din a mezin amade ye, got: Gelê me di halê lîstina rola wê tiştê ye ku îmamê me yê şehîd xwest; rola ku bi saya wê îstîkbarê bi giranî derbe xwariye û ev encama xweragirîya gelê me yê mezin e.Fermandeyê Giştî yê Sipahê got: Amerîka ji her kesê ku alîkarî xwest, ji tirs û xofa gelê Îranê, bi awayekî aşkira alîkarîya wê nekirin, alîkarîyên nihênî pêk hatine; lê Amerîkayê zêdetir ji vê çaverêtî dikir.Wî tevî tekezîya li ser vê yekê ku hemî (dijmin) li ber destê qeweta Komara Îslamî da ne, got: Em sipasîya Xwedê dikin ku me tu pêwîstîyek bi tu welatekî ra tunebûye û tuneye. Em xwedî yarmetî û alîkarîya Xwedê ne. Xwedê bi me ra ye û gava ku Xwedê bi me ra be, em ê ji çi bitirsin?