Ayetulla Ozma Hisên Wehîd Xorasanî koça dawî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i361500-ayetulla_ozma_hisên_wehîd_xorasanî_koça_dawî_kir
Ayetulla Ozma Hisên Wehîd Xorasanî, merciyê bilind ê şiayan û ji mamosteyên berçav ên navendên zanistên dînî, piştî bi salan têkoşîna zanistî, dersdayîn û perwerdekirina şagirdan, koça dawî kir.
(last modified 2026-11-17T15:13:18+00:00 )
Tesrîn 17, 2026 16:03 Asia/Tehran
  • Ayetulla Ozma Hisên Wehîd Xorasanî koça dawî kir

Ayetulla Ozma Hisên Wehîd Xorasanî, merciyê bilind ê şiayan û ji mamosteyên berçav ên navendên zanistên dînî, piştî bi salan têkoşîna zanistî, dersdayîn û perwerdekirina şagirdan, koça dawî kir.

 

Ayetullah Hisên Wehîd Xorasanî di 21ê Adara 1921ê li Nîşabûrê hate dinê. Xwendina zanistên dînî li Meşhedê dest pê kir û piştî fêrbûna edebiyatê û astên hawzeyî, ji mamosteyên berçav ên wê serdemê sûd wergirt.Ew di halekî da ku gihîştibû pileya îctîhadê, ji bo temamkirina bingehên zanistî û nasîna zêdetir a nêrînên fiqhî û usûlî yên mercîyên navenda zanistên dînî ya Necefê, di 27 saliya xwe da berê xwe da Necefa Eşref û bi salan di dersa mamosteyên berçav ên vê hawzeyê da amade bû. Ji bilî rayedarên bilind ên welêt, Ayetulla Ozma Seyîd Elî Sîstanî, merciyê bilind ê Necefa Eşref, bi derxistina peyamekê, ji ber koça dawî ya Ayetulla Ozma Hisên Wehîd Xorasanî, ji mercîyên teqlîdê û mamosteyên berçav ên navenda zanistên dînî ya Qomê, sersaxî xwest û navenda zanistên dînî ya Necefa Eşref jî wek nîşana rêzgirtin û şînê du rojan hate girtin.