Li Tengava Hormizê teqîna giran û noqimbûna tankerên binpêker berdewam e
Di saetên raborî da du tankerên ku di rêya rêpênedayî ya başûrê Tengava Hormizê diherrikîn, li mîna deryayî ketin û rastî teqîneke giran hatin.
Navenda Ragihandinê ya Hêza Deryayî ya Sipahê ragihand ev tanker ku bi xapandin û piştevaniya artêşa tawankar a Amerîkayê û bi vemirandina pergalên xwe yên naskirin û cihbîniyê dil hebûn bi awayê veşartî derbas bibin, li mînên deryayî ketin p piştî teqîneke gelekî giran niha di nav êgir da dişewitin.Hêjayî gotinê ye ku yek ji van tankeran ji cûreya sûpertanker û hilgira zêdetirî 2 miliyon ton nefta xav piştî teqîn û agirpêketina gelekî giran li nav avên başûrê Kendava Farsê noqim bû.Hêza Deryayî ya Sipahê tevî hişyarkirina xwediyên tankeran, birêveberên kompaniyên keştîvaniyê û karmendên nav keştiyab derbarê nêzikbûna li qada qedexe ya Tengava Hormizê, radigihîne ku bila artêşa destdirêjker a Amerîkayê we nexapîne.