Bihayê kelûpelên hinardekirî ji gumrika Senem Bilaxîyê ya Poldaştê 9 qat zêde bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i361174-bihayê_kelûpelên_hinardekirî_ji_gumrika_senem_bilaxîyê_ya_poldaştê_9_qat_zêde_bûye
Serokê Gumrika Poldaştê qala zêdebûna zêdetir ji 9 qatî ya hinardekirinê ji gumrika Senem Bilaxîyê (qasî 89 milyon dolar) bo welatên asyayî û ewropayî kir.
(last modified 2026-11-01T14:02:49+00:00 )
Tesrîn 01, 2026 17:31 Asia/Tehran
  • Bihayê kelûpelên hinardekirî ji gumrika Senem Bilaxîyê ya Poldaştê 9 qat zêde bûye

Serokê Gumrika Poldaştê qala zêdebûna zêdetir ji 9 qatî ya hinardekirinê ji gumrika Senem Bilaxîyê (qasî 89 milyon dolar) bo welatên asyayî û ewropayî kir.

 

Wehîd Tayfe Huseynî, Serokê Gumrika Poldaştê got: Ji destpêka îsal heta niha bi bihayê 89 milyon dolar kelûpel ji rêya gumrika Poldaştê bo welatên asyayî û ewropayî hatine hinardekirinê ku anegorî heman heyamê ya sala raborî zêdetir ji 9 qatî zêdebûn heye.Li gorî amara ragihandî, rêjeya hinardekirinê ji gumrika Poldaştê wek çaremîn derbasgeha peywendîyê ya di navbera Îran û Komara Azerbaycanê da ji destpêka îsal heta niha, li anegorî heman heyamê ya sala raborî, sedî 800 zêde bûye.

Wehîd Tayfe Huseynî destnîşan kir: Li rex vê zêdebûna berbiçav, tranzîta kelûpelan jî sedî 43 zêde bûye, bi awayekî ku di vê heyamê da bi bihayê 2 milyar û 200 milyon dolar kelûpel ji rêya vê gumrikê bo welatên armanc, hatine hinardekirin.