Du neftkêşên binpêker hatin şewitandin û sekinandin
Navenda Peywendîyên Giştî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî di daxûyanîyekê da qala sekinandina du neftkêşên binpêker ên şewitandî û şopandin û rûxandina pêncî û çaremîn xwefirra cûreya MQ-9 ya artêşa terorîst a Amerîkayê kir.
Li gorî daxûyanîya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî, pêncî û çaremîn xwefirra cûreya MQ-9 ya artêşa terorîst a Amerîkayê bi lêdana pergala nûjen a bergiriya ezmanî ya pêşketî ya Hewa-Fezaya Sipahê û di bin çavdêrîya tora yekparçe ya bergiriya ezmanî ya welêt da berbanga îro li ezmanê Tengava Hormizê hat şopandin û rûxandin.
Herwiha bi teqîna mînên ku ji hêla mêrxasên Hêza Deryayî ya Sipahê va li derbasgeha neqanûnî ya başûrê Tengava Hormizê hatibûn çandin, du neftkêşên binpêker hatin armancgirtin û sekinandin.
Hêza Deryayî ya Sipahê careke din hişyarîyê dide, derbasbûna ji rêya mînrêjkirî, neqanûnî ye û encama wê tiştek ji bilî şewitîna sermayeyên binpêkeran nîne û heke ev şerrûtî ji hêla rejîma serdestîxwaz a Amerîkayê va bidome, divê şirketên neftê berdêleke mezintir bidin.