Rawêjkarîya telefonî ya Iraqçî tev hevtûşên xwe yên Tirkîyeyî u Erebistanî
Îlon 06, 2026 17:13 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Îranê di gotûbêja bi rêya telefonî da bi hevtûşên xwe yên Erebistanî u Tirkîyeyî ra derbara dawîn hewlên dîplomatîk ji bo pêkanîna seqamgîrîyê li herêmê rawêjkarî kir.
Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê bi rêya telefonî bi awayê cida tev Feysel Bin Ferhan u Hakan Fîdan Wezîrên Karên Derve yên Erebistan u Tirkîyê gotubêj kir.
Iraqçî di vê gotubêjê da têkildarî mijarên di navbera her du welatan da u dawîn alugurên navçeyî u hewlên dîplomatîk ji bo pêkanîna seqamgîrîyê li navçeyê u nehîştina alozîya sepandî li Tengava Hurmizê ya ji ber destdirêjîyên Amerîkayê gotubêj u rawêjkarî kir.