Qalîbaf: Gelê Iraqê di oxirkirina rêberê şehîd de, biratiya xwe nîşan da
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê di merasima rêzgirtina çillê Îmamê Şehîd ê umetê li Iraqê de got: Gelê Iraqê di merasima oxirkirina rêberê şehîd de, biratiya xwe nîşan da û bi amadebûna xwe cihan matmayî kirin
Muhemed Baqir Qalîbaf her wiha got: Di merasima çillê rêberê şehîd de, ez silavên rêberê qedirbilind ê Îranê û gel dighînim û di vê merasima rêzgirtinê de amade bûme ku silavên gerim ên rêberê Îran û gelê Îranê bighînim we.
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Her gava ku dijmin avêt ku Îran û Iraqê li hev dûr bike, em du gavan li hev nêzîktir bûn, lê tişta ku bû sedem Tehran û Bexda li hev nêzîk bibin, xwedûrkirina ji viya bû ku paytextên biyanî qedera me kivş bikin.
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê her wiha got: Em hevalên rojên nexweş û zehmet bûne, li nexweşiyan li kêleka hev sekinîn û di serkeftinan de jî em ê li rex hev bin û bi kurtî, hêza me di biratiya me de ye.