Berdevkê Sipahê: Bi pêkhatina şerrê nû, em ê çekên kavilkirtir bi kar bînin
Serdar Muhêbî, Berdevkê Sipahê, amajeyî şiyana mûşekî ya Îranê kir û got: Hêza kavilkirinê ya seriyên şêrr ên ku di mûşekên Sipahê de hatine bikaranîn, gelek joratir ji wan mînakan e ku di şerrên berê de hatibûn bikaranîn û eger şûerrek destpê bike, çekên me di hemû berûlayan de dê ji yên berê cida bin.
General Hisên Muhêbî, Berdevkê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî, derbarê şiyanên çekan ên Îranê û xurtkirina seriyên şêr ên mûşekên Îranê piştî şerên duyemîn û sêyemîn ên sepandî de got: Em roj bi roj di warê hemî çekên şêr de pêş dikevin û em çekên xwe deqîqtir, wêrankertir û teknolojîktir hildiberînin. Wî herwiha derbarê şiyanên Ensarullaha Yemenê li dijî êrîşkarên Siûdî de got: Rejîma dagirkerê Qudsê ji du salan zêdetir e ku li Xezzeyê şer pêk aniye û hîn nekariye zirarên cidî bide Hemasê. Ji ber vê yekê, çawa mimkun e ku Erebistana Siûdî ku şiyanên wê yên leşkerî ji yên Rejîma Siyonîst kêmtir in, bikaribe li hember Ensarullah û şervanên Yemenê li ber xwe bide? Ev ne mimkun e.
Sardar Muhêbî, tekez kir ku her neteweyek hewl dide hebûn û heyîtiyên xwe biparêze û xwe wekî kesekî jêhatî dibîne û got: Di vê qadê de, Erebistana Siûdî teqez dê nikaribe Yemenê û Ensarullahê kontrol bike û ji êrîşên wan ewle bimîne; wekî ku me di çend rojên borî de dît, her ku Erebistana Siûdî êrîş dike, ew qas zêdetir tê lêdan.
Berdevkê Sipaha Pasdaran wiha dawî li axaftina xwe anî: Şîyana ku Ensarullah a Yemenê di van salan de bi dest xistiye roj bi roj zêde dibe û berxwedana Yemenê bi hêz rêya xwe ya pêşketinê didomîne.