Îran di şîna Rêberê Micahid ê Şehîd da; berdewamiya rêzgirtin û xatirxwestina dawî
Hevdem digel lidarxistina rêûrisma xatirxwestina Rêberê Micahid ê Şehîd, ji saetên destpêkê yên berbanga îro, Şemî 4’ê Tîrmehê va, gel bi amadebûna li Nimêjgeha Îmam Xumeynî (Re) ya Tehranê, ji bo xatirxwestina dawî û rêzgirtina li meytê paqij ê wî, amade bûn. Meytên paqij ên Rêberê Micahid ê Şehîd û malbata wî li cîgeha taybet hatin danîn û şîngêrran xatirxwestina dawî pêk anîn.
Li gorî ragihandina Erkana Rêzgirtina ‘orûca xwînawî ya Îmamê Micahid ê Şehîd, Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî (Qedesellahu Nefsehu Zekiyye) rêûrisma xatirxwestin, birêkirina meytê, berpakirina nimêja meytê û spartina li axê bi vî awayî ye: Roja Şemî 4’ê Tîrmehê û Yekşemî 5’ê Tîrmeha 2026an, hevdem digel 19 û 20’ê meha Miherremê ji bo xatirxwestina meytan li Nimêjgeha Îmam Xumeynî ya Tehranê; piştra Duşemî 6’ê Tîrmehê rêûrisma birêkirina meytê li Tehranê; Sêşemî 7’ê Tîrmehê rêûrisma birêkirina meytê li bajarê Qumê û di dawîyê da Pêncşemî 9’ê Tîrmehê hevdem digel 24’ê meha Miherremê, rêûrisma birêkirina meytê li bajarê Meşhedê û spartina li axê li Mezargeha Îmam Reza (S) hatiye plandarêştin.
Herwiha biryar e ku rêûrismek ji bo xatirxwestin û birêkirina meytê Rêberê Şehîd ê Şoreşê, roja Çarşemîyê 8’ê Tîrmehê li bajarên Necerf û Kerbelayê were lidarxistin.
Roja borî anku roja Îniyê, 3’ê Tîrmehê, rêûrisma rêzgirtina fermî ya serok, rayedar û mezinên ol û mezhebên welatên cûrbicûr ên cîhanê li Tehranê hat lidarxistin.