Gerra duyem a gotûbêjên navokî di navbera Îran û Amerîkayê de jibo rakirina boykotan
Sibat 17, 2026 19:21 Asia/Tehran
Gerra duyem a muzakirên navokî û rakirina boykotan ên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê de bi navbeynkariya Bedr Bû Seîdîd Wezîrê Derve yê Umanê li Jinêvê hat lidarxistin.
Seyd Ebas Eraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê serokatiya şanda muzakirekar a Îranê dikir.
Stîv Vîtkav, wekîlê taybet û Cirêd Koşnêr zavê serokkomarê Amerîkayê jî serokatîya şanda Amerîkayê dikirin. Di gerra duyem a gotûbêja şandên muzakirekar ên Îran û Amerîkayê de bîr û ra, têbînî û nêrînên xwe hilêxistin. Di muzakirên Jinêvê de xêncî Bedr Bû Seîdî, Wezîrê Karên Derve yê Umanê, Rafaêl Grosî, Ser-rêveberê Ajnasa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê jî di veguhestina peyaman di navbera şandên her du welatan de rola xwe hebû.