Peyama televîzyonî ya rêberê şoreşê xitabî gelê Îranê bereberê salvegera 47`an a serkevtina 22`ê Behmenê
Rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî sibeha îro di peyamekî televîzyonî de, 22`ê Behmenê roja nimandina hêz û mezinatiya gelê Îranê da zanîn û bi pêgîriya li ser viya ku beşdariya xelkê di meşê de û ragihandina emekdariya li Komara Îslamiya Îranê wê bibe sedema paşdavekişiyana dijmin ji timakariya li hember Îranê berjewendiyên netewî û got: Di 22`ê Behmenê de bi nîşandana vîn û berxwedana xwe, dijmin bêhêvî bikin.
Rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî berêvariya îro di peyamekî televîzyonî de kombûna mezin û bi mîlyonan a xelkê di roja 22`ê Behmenê de sedema serfirazî û jordaçûna hêz û mezinatiya Komara Îslamî û sedema bêhêvîbûna dijminan ji teslîmbûna gelê Îranê da zanîn û bi sipasiya ji hemû beşdarên di vê meşa mezin de, hemiyan bi parastina yekrêziya binirx a netewî vexwendin. Hezretê ayetullah Xamineyî di vê peyamê de xitabî gelê ezîz ê Îranê got: Di roja 22`ê Behmenê ya îsal de we karekî mezin kir, we Îran serbilind kir, her wek hemîşe bi piştevaniya ji Komara Îslamî we hêza wê zêde kir û dijminên ku di axiftin û pilandarêştinên xwe li dû teslîmkirina gelê Îranê bûn bêhêvî kir.