Sibat 10, 2026 15:15 Asia/Tehran
  •  Fermandarê Artêşa Îranê: Heke dijmin êriş bike, em dê bersiveke wusa bidin ku heta roja îro nedîtîye

Serfermandarê Artêşa Komara Islamî ya Îranê got: Em tam amade ne u dizanin ku ev dijmina bilî zimanê hêz u şîyanê bi ti zimanê tênagihîje.

General Emîr Hatemî Serfermandarê Artêşa Komara Islamî ya Îranê got: Roja îro meydana berevanî u dîplomasîyê meydanek e ku tê da berevanîya serxwebûn u yekperçetiya axa welêt û xêra giştî, aştî u ewlehîya Îran u herêmê tê kirin.

 General Hatemî herwiha got: Em dizanin ku ev dijmina bilî zimanê şîyan u hêzê ti zimanekî din fem nake u di şerê danzderojî da ev yeka fem kir. Em roja îro di asteke bilind a berevanîyê da ne û heke dijmin êriş bikin, bê guman dê bersivekê werbigrin ku heta roja îro ne dîtine u ne jî wergirtine. 

Serepeyv