Sibat 08, 2026 19:07 Asia/Tehran

Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir ku rêzbûna leşkerî me natirsîne u hişyarî da: Em digel dîplomasîyê da ne, di eynî demê da ehlê şêrr in jî.

Seyîd Ebbas Eraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê serxwebûn u ``şîyana gotina na himber zilhêzan`` girîngtirîn çavkanîya hêz u şîyana Îranê zanî û got ku ev babeta hema ew tişta ye ku dijmin jê ditirsin, ne ji bomba Atomê. Wî pêgirî kir Îran ne bi dû çeka navokî ye, lê j mafê xwe yê zengînkirina Oranîyomê û bernama navokî ya biaştî jî nayê xwarê.

Eraqçî got: Komara Islamî ya Îranê ji ti welatekî fermanê wernagire û bindestbûnê qebûl nake. Heke mijareke nezelal heye, em dê bersivê bidin û rêya wê jî dîplomasî ye, Dijminên me rêyên din  ceribandin, lê ti encamek bi dest nexistin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê sîyaseta Amerîkayê ya ``aştîya bi zorê`` nîşana hikimdarbûna ``qanûna daristanê`` li cîhanê zanî û got ku di rewşeke bi vî rengî da, xurtbûn û berxwedan jibo Îranê ne bijareyek belku tenha rê ye.

 Eraqçî herwiha got: Zordayîn, boykotkirin û gefa leşkerî hatine bikaranîn, lê têk çûne û tenha rêçare dîplomasîya ser bingeha rêzgirtina li mafên gelê Îranê ye. Wî hişyarî da ku heke Îran hibmer zorbêjîyê paşda vekişe, dê berdêla wê gellekî zêdetir bibe.

Wî herwiha got: Heke bi zimanê rêzê danuistandin pêk were, Îran jî dê bi zimanê rêzgirtinê bersivê bide, lê heke zimanê zorê were bikaranîn, bersiva Îranê jî dê anegorî wê be.

Serepeyv