Cejna 15ê Şe`banê û amadebûna wekîlên ol u mezhebên curbicur li Mizgevta Cemkeranê
Sibat 04, 2026 18:01 Asia/Tehran
Merasima Cejna 15ê Şe`banê bi beşdarîya berfrie ya gelê bawermend ê Îranê li mizgevta Cemkranê ya şarê Qumê hat lidarxistin.
Wekîlên ol u mezhebên curbicur jî li rex hejmareke berfire ya zîyaretker û evîndarên Ehli Beytê (S) di Cejna 15ê Şe`banê da beşdar bûn. Beşdarbûna wekîlên bawerîyên curbicur di vê merasima me`newî da nîşan da ku boneyên me`newî dikarin derfetek ji bo yekitî û hevgirtina peyrevên ol û mezheban bin.
Beşdarbûna wekîlên bawerîyên curbicur di vê merasima me`newî da li rex bi milyonan zîyaretkeran dikare hilgira peyama têkilîyên hevpar ên mirovî û nirxên gotûbêj û rêzgirtina dualî di boneyên mezin ên dînî da be.